ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-04 09:00:16   * Dayikên Cizîrê yên ku zarokên wan di jêrzemînên li Cizîrê de hatin kuştin, bertek nîşanî operasyona derveyî sînor dan û gotin: "Derdê vê dewletê ew e ku gelê kurd tune bike. Divê ku kurd destûrê nedin operasyonên dagirkirina xaka Kurdistanê."    * Kesûman Taşli ku bi salan e li taxa Mevlana Halit dijî bûye namzeta keyatiyê û diyar kir ku taxa wan 40 sal e ava bûye lê her zilaman li taxê keyatiyê kiriye û ev tişt got: “Bila ev car jî tax bi destê jinê were birêvebirin, bila bi destê jinên li taxê bibe."   * Li Mêrsînê karkerên jin ên li baxçeyên narenciyeyê dixebitin, diyar kirin ku bi pandemiyê re şert û mercên wan ên xebatê girantir bûne.    *  Li herêma Behra Reş deverek nemaye ku bi destê Cengîz Holdîngê nehatibe talankirin. Gelê herêmê li hemberî projeyên talankirinê yên şîrketê serî rakirine.    * Penaberan bal kişandin ser rewşa li Navenda Paşveşandinê û gotin: "Em bi vê hêviyeke mezin hatin, lê belê niha em xeyalşiekstî bûne."    * Li naveya Eyyubiyeyê ji ber tesîsa bermayiyan ya li nav taxê hatiye çêkirin, şêniyên taxê ji ber bêhna tesîsê hew îdare dikin.    * Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Tarsûsê, ji ber kûpurên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê 2 sal ceza li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welatê yê berê Îsmaîl Çoban birî. Çoban, kûpurên rojnameyê li girtîgehê berhev kiribûn.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, diyar kir ku biryara qedexeya ji binî de ji bo serdema turîzmê hatiye girtin û pêvajoya şewbê bi giştînameyan tê birêvebirin.    * Destnivîsên Melayê Bateyî ku herî zêde bi Mewlûda Kurdî tê nasîn, 300 sal e li gundê wî têne parastin. Gundiyên ku xwe weke neviyên Bateyî pênase dikin, wan berheman hêja û pîroz dibînin.   * Malbata Şenyaşar wê di roja 57'emîn de nobeta xwe ya "edaletê" li mala xwe berdewam bike.    * Danişîna sêyemîn a doza 24 kesên li Êlihê ji ber daxuyaniya greva birçîbûnê ya sala 2019'an de li dar xistibûn û tên darizandin dê li Dadgeha Êlihê were lidarxistin.    * Odeya Bijîşkan a Stenbolê wê rapora Kovîd-19'ê ya meha nîsanê li avahiya xwe ya li Çagaloglûyê eşkere bike. (13.00)   * Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersimê wê li bajêr find werin pêxistin. (19.30)