Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn 2021-05-04 09:00:37 AYDIN  - Penaberan bal kişandin ser rewşa li Navenda Paşveşandinê û gotin: "Em bi hêviyeke mezin hatin, lê belê niha em xeyalşikestî bûne."  Li Tirkiyeyê biyaniyên derbarê wan de biryara çavdêriya îdarî heye, li Navendên Paşveşandinê (GGM) yên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Kar û Narên Navxweyî tên ragirtin. Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê li Tirkiyeyê 26 GGM hene û kapasîteya wan 16 hezar û 108 e.    Di demên dawiyê de Aydin jî di nav de GGM'yên li Îzmîr, Çanakkale û Wanê bi întihar û binpêkirinên mafan dibin rojev. Kesên li van navendan tên bicihkirin hema bibêje tu daxwazeke wan pêk nayê. Parêzvanên mafên mirovan jî rexne dikin ku îdiayên derbarê xwekuştin, îşkence û binpêkirinên mafan nayên lêkolînkirin û venihêrîneke serbixwe nayê kirin.    Penaberekî li GGM'ya Aydinê tê ragirtin, şert û mercên GGM'yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. Ji ber ewlehiyê em ê nikaribin navê penaberê mêr aşkere bikin.    SAET HATIN BERHEVKIRIN: ME DEM JI BÎR KIRIYE    "Nêzî 20 roj in li vê derê me. Nizanim serê sibehê taştê saet di çendan de tê kirin. Ji lew re telefonên me, saetên me ji me stendin û li tu derê jî saet tune ye. Em dipirsin, lê nabêjin. Lewma me xwest saetekê li dîwarê qawîşa me daliqînin, lê dalneqandin. Heger bi texmînî bêjim, taştê saet li dor 08.30'yî ye. Wextê me yê taştê jî 15 deqe ye. Ji ber vê gelek ji me serçavên xwe jî naşon û zûzûka diçin metbaxê.    Xebatkarê metbaxê ji bo her xwarinê wêneyê menuyê digire. Dibêje 'ji bo ji navendê re bişînim digirim.' Lê belê menuya ku wêneyê wê tê girtin, nadin me. Mesela, em bêjin di taştê de şîr hebe, nadin me. Tenê di dema taştê de çayê didan me, lê niha ji ber ku Remezan e, êvarî didin me. Ji ber ku saeta me tune ye, karmend wextê fitariyê radigihîne. Penaberekî bi erebî dizane azan dide. Sihora jî bi pehînan li deriyan dixin û me şiar dikin. Bi vî awayî kesên rojî nagirin jî şiyar dibin.    AVA CIHOKAN DIHERIKE QAWÎŞAN    Qawîşên me gemarî ne. Ji ber ku cihok ne têkûzên ava wê dertê. Bêhna gubre ji dora erdên li derdorê tê. Nahêlin tiştên birrînê têkevin qawîşan. Tenê roja şemiyê amûra ruhqusandinê didin me. Piştî du saetan karmend wan berhev dikin. Ên cixareyê dikişîni heste ji karmendan dixwazin. Qedexe ye em heste an jî kifrîtê bikirin. Li qawîşan prîz hene. Lê me lê nerî, tê de qablo mablo tune ne.    ZAROK NIKARIN BILÎZIN    Navenda Paşveşandinê ji sê qawîşan pêk tê. Qawîşa zilaman, a jinan û ya malbatan. Liv ir qada lîstikê heye, lê zarok nikarin bilîzin. Tu çalakiyeke me ya sosyal tune ye. Em nikarin esntrumaneke muzîkê bi kar bînin û guhdar bikin. Tenê em bi gogên ji kantînê tên stendin dilîzin.   Em kaxezên mezeloqî bi şûşeyên plastîk ve dizeliqînin û bi vî awayî pêwendiyê bi qawîşa kêleka xwe re datînin. Heger karmend pê bihese, kes qebûl nake. Hewadarî heya 9'ê êvarî vekiriye. Paşê em dikevin hundir û saet di 23.00'yan de ronahî tên tefandin.    XEYALŞIKESTΠ   Sohbetên me yên li vê derê bi piranî derbarê derve de ne. Gelek ji me, em ji ber şer û xizaniyê reviyane û ji bo jiyaneke hîn baştir hatine vir. Lê nasnameyekê nadin me û wekî em sûcdar bin me li vir radigirin. Em bi hêviyeke mezin hatin vira, lê niha em xiyalşikestî bûne. Ji bo em bên dersînorkirin tahdê li me dikin. Car heye jî hewl didin me qaneh bikin. Ji me re dibêjin, 'Em ê pere bidin we û we bişînin, cem malbatên we.' Ên qaneh dbin vîdeo digirin û ji konsolosê re dişînin.    Li vir tu alîkariyeke hiqûqî tune ye. Em bawer nakin daxwaznameyên me yên ji bo peydakirin parêzeran dişînin. Ji lew re ên daxwazname dane, an ji bo qan qet parêzer nehatine an jî pir dereng hatine."    MA/ Sevda Aydin