Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin 2021-05-04 09:00:42 WAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, diyar kir ku biryara qedexeya ji binî de ji bo serdema turîzmê hatiye girtin û pêvajoya şewbê bi giştînameyan tê birêvebirin.    Bi hinceta şewba Covîd-19'ê ji 29'ê Nîsanê heya 17'ê Gulanê qedexeyeke ji binî de hatibû ragihandin. Ev biryara bêyî ku di warê aborî d etevdîrek bê girtin hat ragihandin, bû cihê bertek û nîqaşan. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç jî destnîşan kir ku pêvajoya şewbê bi vî awayê bi rê ve naçe.    Yavîç, destnîşan kir ku biryara navbirî ji bo aboriya welat hatiye girtin û got: "Pêvajoya şewbê bi giştînameyên Wezareta Karên Navxweyî tê birêvebirin. Ev yek bandoreke nebaş li tevahiya civakê dike. Biryara qedexeya ji binî de, ji bo zîvirandina çerxa kesên xwedî dahateke zêde hatiye girtin. Kesên ji bêgavî dixebitin, li hemberî şewbê bêparastin hatin hiştin."    Yavîç, bilêv kir ku ji bo sektora turîzmê cardin dest bi kar bike, ev biryar hatiye girtin.    Yavîç got: "Em jî tevdîrên ku liv û tevgereke soyal kêm dikin diparêzin. Lê gava pişgiriyek civakî tune be, ne mimkun e ku bi ser bikeve."    'Ê BIBE SEDEMA NESERKETINÊ'    Yavîç, bal kişand ser rewşa bajêr jî û diyar kir ku piştî 1'ê Adarê hejmara nexweşan pir zêde bûye. Yavîç, destnîşan kir ku xebatên ji bo testan û xebatên fîlyasyonê baş nayên kirin û got: "Beriya 1'ê Adarê li Wanê hejmara pêektiyan pir kêm bû. Lê piştî vê rojê cardin zêde bû. Nexweşxane tije bûn. Gava em li daneyên dawî dinerin, em dibînin ku li bajêr ji sed hezar kesî 100 kes pê dikevin. Dibe ku zêdetir jî bibe. Gava tevdîr neyên girtin û tu rabî mirovan hepsî cihên grtî bikî û bi ser de jî tu alîkariyê nekî, dê ev yek bibe sedema neserketinê."    Her wiha Yavîç polîtîkaya aşiyê ya Wezareta Tenduristiyê jî rexne kir. Yavîç, destnîşan kir ku diviyabû rêjeya aşîkirinê niha li dor ji sedî 70 bûna, lê belê hê li dor ji sedî 7'an e.    MA / Bariş Donmez