Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya 2021-05-04 09:11:43 AMED - Kesûman Taşli ku bi salan e li taxa Mevlana Halit dijî bûye namzeta keyatiyê û diyar kir ku taxa wan 40 sal e ava bûye lê her zilaman li taxê keyatiyê kiriye û ev tişt got: “Bila ev car jî tax bi destê jinê were birêvebirin, bila bi destê jinên li taxê bibe." Di meha nîsanê de keyayê taxa Mevlana Xalit a navçeya Rezana Amedê Azîz Ezer ku di sala 2019’an de hatibû hilbijartin jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku ji hilbijartina keyatiyê re salek zêdetir maye wê di 7’ê hezîranê de li taxê careke din hilbijartin bê kirin û keyayek nû were hilbijartin. Heke ku wextê hilbijartinê di binê salekê de bimaba, wê ezayê keya bibûya keyayê taxê. Heta niha li taxê 5 nav ji bo namzetiyê hatine aşkerekirin. Ji van namzetan 4 jê zilam in û yek jê jî jin e. Em li mala namzeta jin Kesûman Taşli ya li taxa Mevlana Xalit bûn mêvan û li ser tekoşîna wê ya jiyanê û namzetiya wê ya keyatiyên axivîn.    HEVJÎNÊ WÊ QURBANÊ FAÎLA MEÇHÛLAN E   Kesûman Taşli, di sala 1965’an de li navçeya Çinarê ya Amedê ji dayik bûye û di 17 saliya xwe de tê zewicandin. Di sala 1992’yan de dema ku Taşli 27 salî ye û 3 zarokên wê hene, hevjînê wê Yûsûf li Antalyayê di cinayeteke faîlî meçhûl de tê kuştin. Kesûman, diyar kir ku piştî qetilkirina hevjînê xwe ji ber serdestiya zilam a civakê heta roja ku hevjînê wê hatiye qetilkirin jî neçûbûye dikanekê.   Derbarê zehmetiyên ku piştî qetilkirina hevjînê xwe pê re rûbirû maye de jî Kesûman ev tişt anîn ziman: “Di hêla aborî de min gelek zehmetî kişand û vegeriyam cem dayik û bavê xwe. Piştî 3 salan min ji xwe re malek girt û ez û zarokên xwe me jiyana xwe lê berdewam kir. Min çi karî dît dikir. Min karê erdan, berhevkirina pembû û findiqan kir. Di şirketin taybet de xebitîm. Ez serbilind im ku min bi derfetên xwe her sê zarokên xwe da xwendin.”   BERIYA NIHA JÎ XWESTIYE BIBE NAMZET   Piştî vê têkoşîna xwe ya li dijî zehetiyan biryara siyasetê dide û di sala 2014’an de ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) weke Endama Meclisa Şaredariya Rezanê tê hilbijartin. Kesûman, got ku pergalê wisa kiriye ku mirov bixwazî jî nexwazî jî polîtîk dibe û tekildarî namzetiya xwe wiha axivî: “Di hilbijartina ku Apê Ezîz hat hilbijartin de jî min xwest bibim namzet lê ji ber ku Apê Ezîz mirovek hêja bû nebûm rikbera wî. Niha bi riza malbata Apê Ezîz bûme namzet.”   HEKE ZILAMEKE KARIBE…   Li ser pirsa me ya “Piştî endamtiya xwe ya meclise hûn çima dixwazin bi keyatiyê siyasete bikin” jî Taşli ev bersiv da: “Tu li ku derê bixwazî têkilî mirovan bibî li wir siyaset tê kirin. Dema ku ez karibim di taxê de têkilî mirovan bibim çima nebim namzet. Heke zilamek karibe li cihekî karek bike ez jî ji xwe bawer im û dixwazim wî karî bikim. Eleqeya vê bi zayendê re tuneye. Çendekî berê ez li cem keyayê Taxa Şêx Şamîl bûm. Nêzî 30 jinî hatibûm cem keya alîkariya aborî dixwestin. Dema ku keya jinek be wê zêdetir derdê jinan fêm bike. Bêguman tehde li zilam jî tê kirin. Lê heke zilam carek bipelçiqe jin 3 caran dipelçiqe.”   ÇARESERIYA JI BO JIN Û ZAROKAN   Ji bo pirsgirêkên li taxa xwe û çareseriya wan jî Taşli wiha got: “Li taxa me cihekî jin û zarok biçinê tune ye. Timik jin li ber derên avahiyan rûdinên. Dîsa zarok li taxê her dilîzin û deng der dixin. Ev jî nexweş û kesên temen mezin ên nikarin ji malê derkevin aciz dike. Ez dixwazin bi van meseleyan re mijûl bibim û cihên ku jin û zarok karibin biçinê ava bikim. Ev parq dibe cihekî şînkayî dibe. Dema ku ev tişt hebin wê ne jin li ber derên avahiyan li hev kom bibin ne jî zarok li taxê her deng derbixin. Rê û dirbên heyî yên li taxê êdî trafîqê ranakin. Divê binesazî û avahîsazî li gorî vê bê kirin. Di vê mijarê de jî ez ê pêşniyaran li şaredariyê bikim û ji bo sererastkirina vê rewşê çi pêwîst bike ez ê bikim.”   TENÊ JINEK KEYA YE   Piştî anîna ziman a van pirsgirêkan û pêşniyarên ji bo wan da zanîn ku taxa Mevlana Halît 40 sal e ava bûye lê her zilaman li taxê keyatiyê kiriye û got: "Bila ev car jî bi destê jinan tax were birêvebirin û bi destê jinên li taxê bibe. Divê mirov hinek tiştan biguherîne. Li navenda Amedê tenê jinek keya ye. Heke li bajar 50 tax hebin çima li 25 taxî keyayên jin bi rê ve nebin. Dê wê demê bê dîtin ku jin dikare çi bike. Jin destê xwe biavêje kîjan karî di wî karî de bi ser dikeve.”   SERKEFTINA JINÊ XWEŞTIR E   Taşli, bi lêv kir ku serkeftina jinê ji bo wê xweştir e û ew ê jî di 7’ê hezîranê de bi rengê jinê bi ser bikeve û ev bang li jinan kir: “Ez dixwazim ku jin yekitiya xwe çêbikin. Ne ji bo keyatiyê tenê ji bo her tiştî dema ku jin yekitiya xwe çêbikin wê kuştina jinê çenebe. Divê di her qadê de jin yekitiya xwe çêbikin.”   Herî dawî Taşli, ji bo xebatên xwe jî got ku piştî hatine pusulayan li derdorên xwe û malbatan ziyaret bike û piştî rabûna qedexeya pandemiyê jî dê bi malbat û alîgirên xwe re derkeve serdana esnafan.   MA / Kadrî Esen - Eylem Akdag