Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin 2021-05-04 11:51:33   ÊLIH - Eskeran li Sasonê bi ser malan de girtin û aktîvîstê ekolojiyê Huseyîn Akil jî di nav de 5 kes binçav kirin.    Eskeran serê sibehê li gundê Kelhesna yê navçeya Sasona Êlihê bi ser malan de girt û aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akil jî di nav de Mehmet Akil, Ramazan Akil, Îbrahîm Onar û Bîlgîn Onar binçav kirin. Eskeran binçavkiriyan bir Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê. Hat zanîn ku derbarê binçavkirinê de tu agahî nehatiye dayîn.