Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin 2021-05-04 13:02:21   RIHA – Malbata Şenyaşar, di roja 57’an a nobeta “Edaletê de ev peyam da: “Em ê rojên ku dadger bi edaletê hikm bikin bi hev re ava bikin.”   Çalakiya Emîne Şenyaşar ku 2 kurên wê û hevjînê wên ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê Ferît Şenyaşar di roja 57’an de li mala wan a li Pirsûsê didome. Malbatê li ser hesabên xwe yên medya civakî ev peyam parve kirin: “HEKE EDALET NEBE ZILM ÇÊDIBE. Em naxwazin di bin zilmê de bijîn. Em ê rojên ku dadger bi edaletê hikm bikin bi hev re ava bikin. Em ê wan rojan bi hev re bijîn.”