Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin 2021-05-04 13:51:40   NAVENDA NÛÇEYAN – Bi hinceta ku serdana şaredariyên HDP’ê kiriye derbarê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin.    Berdevkê Wezareta Karên Hundir Mahîr Çatakli, ragihand ku bi hinceta serdanên şaredariyên HDP’ê û pezindayîna sûcdar derbarê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Her wiha Çatakli, ragihand ku ji ber li hemberî gora Fatîh Sûltan Mehmet “bê rêzî” kiriye jî derbarê Îmamoglû de lêpirsîn hatiye destpêkirin.