Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin 2021-05-04 15:37:36   WAN - Li Taxa Yenîmahalleyê ya navçeya Rêya Armûşê cenazeyekî şewitî hat dîtin.    Li Kolana Yazici ya Taxa Yenîmahalle ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin. Piştî ku welatiyan agahî dan, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî lêkolîna cihê bûyerê tîmên tenduristiyê cenaze birin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.