CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir 2021-05-04 16:42:33   STENBOL - CÎSST’ê di rapora xwe ya binpêkirinên mafan a meha nîsanê de diyar kir ku li dijî girtîgehan bergirî baş nayên girtin û girtî di xwe gihandina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijîn.    Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), rapora binpêkirinên mafan a meha nîsanê bi daxuyaniyeke nivîskî weşand. CÎSST'ê di raporê de cih da binpêkirinên mafan ên 134 serlêdanên ku ji girtîgehên cuda hatin kirin.   PAQIJÎ Û XWARIN   CÎSST’ê diyar kir ku li girtîgehan pirsgirêka kapasîteyê heye û têkildarî pirsgirêkên paqijiyê jî gelek serlêdan hatine kirin. CÎSST’ê da zanîn ku li girtîgehan kirariyên dezenfektekirinê gelek kêm tên kirin û wiha got: “Amûrên paqijiyê yên pêwîst nadin girtiyan. Li hin girtîgehan ji ber paceyên qawişan biçûk in zêde nayên hewadarkirin. Ji ber ku 3 rojan ser hev ceyran hatin birîn xwarinên girtiyan xera dibin. Dîsa li hin girtîgehan hin gardiyan derveyî rêgezên mesafeya civakî lêgerînan dikin. Di van lêgerînan de rûpoşan jî nadin girtîyan û dest deynin ser tiştên wan. Xwarinên ku tên dayîn jî ne paqij in. Tiştên ku ji kantînê tên girtin jî hem bê qalîte ne hem jî cureyên wan kêm in.”   XWE GIHANDINA TENDURISTIYÊ   CÎSST’ê destnîşan kir ku di mijara xwe gihandina tenduristiyê de pirsgirêkên cidî li girtîgehan hene û pirsgirêkan wiha rêz kirin:    “*Hat diyarkirin ku ji bo girtiyên di koma rîskê de yên pîr û nexweş bergirî nehatine wergirtin, amûrên paqijiyê nehatiye belavkirin û girtî bi xwe bergiriyên xwe digirin,   * Li hin girtîgehan an bijîşk qet nayê revîrê an jî bi awayekî birêkûpêk nayê revîrê, girtî têkildarî daxwazên xwe ji Miduriyeta Tenduristiya Bajêr û Wezareta Dadê re daxwazname dinivîsin lê bersivê nagirin,    * Hin girtiyan demekî dirêje bijîşkê revîrê neditiye, an tenduristvan li rewşa wan dinêrin, bêyî ku derxînin revîrê dermanan didin û weke ku girtî derxistibin revîrê qeyd dikin,   * Hin girtî derkevin revîrê jî nikarin xwe bigihînin hemû dermanan, nikarin dermanên xwe yên bi rapor bigirin û tahlîl nayên kirin,    * Hin girtiyan fikirîne ku nîşaneyên Kovîd-19’ê bi wan re hene, ji ber vê yekê xwestine ku testa wan bê kirin lê daxwaza wan ya testê ne hatiye pêşwazîkirin,   * Sewqnekirina girtiyên newxweş ên kronîk a dem dirêj a nexweşxaneyan dibe sedemê zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê.”   HEVDÎTIN Û TELEFON   CÎSST’ê, anî ziman ku ji ber piştî çûyîna nexweşxaneyan girtiyan 14 rojan dikin karantînayê de naxwazin biçin nexweşxaneyê û pirsgirêkên din wiha rêz kirin:    “* Hat ragihandin ku hin girtiyên nexweşên giran ên mecbûrin biçin nexweşxaneyê piştî ku ji nexweşxaneyê dizivirin di karantînayê de tên girtin û girtiyên nikarin tena serê xwe pêwistiyên xwe pêşwazî bikin,   * Ligel bergiriyên nû hevdîtina telefonê şûna mafê seredanê li hin girtîgehan  hefteyê carekê li hin girtîgehan hefteyê du car bi komî 20 deqîqeyan tê kirin, li hin girtîgehan jî bi 10 deqîqeyan tê bi sînorkirin,    * Li hin girtîgehan şûna saetekê 35-40 deqîqeyan hevdîtina girtî tê kirin, ev rewş jî malbatên girtiyan ên ji bajarên dûr diçin hevdîtinê aciz dike,    * Hevdîtinên girtî herî zêde bi du kesan re tê kirin, ligel daxwaza girtiyan jî ev hejmar nehatiye zêdekirin,    * Girtî dixwazin bi malbatên xwe re hevdîtina vekirî bikin ligel ku ev daxwaz kirine jî hevdîtina vekirî pêk nehatiye,    * Ji ber hin malbatên girtiyan ji bajarên girtîgehên ku xizmên wan tê de ne dûr in, nikarin biçin hevdîtinê.”