Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû 2021-05-05 09:01:05 WAN - Di lêpirsîna derbarê mirina esker Osman Ozçalîmlî de derbarê 25 eskeran de biryara neşopandinê hat dayîn û derbarê eskerekî de jî îdianame hat amadekirin.   Osman Ozçalîmlî gava li Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê eskerî dikir, bi awayekî gumanbar miribû. Lê belê hatibû îdiakirin ku Ozçalîmlî "ketiye erdê û jiyana xwe ji dest daye. Lêpirsîna derbarê mirina Ozçalîmlî de temam bû. Di lêpirsînê de derbarê 25 eskeran de biryara neşopandinê hat dayîn. Derbarê eskerekî de jî bi sedema "peywira xwe binpê kiriye" îdianame hat amadekirin.    Parêzerên malbata Ozçalîmlî bi sedema "sextekariya di belgeyên fermî de", "binpêkirina peywirê", "teşwîqkirina xwekuştinê" û "kuştina bi qesdî" giliyê 3 eskeran kiribû, lê belê Serdozgeriya Komarê ya Alîaga ya Îzmîrê derbarê her sê eskeran de jî biryara neşopandinê da.    Dozgeriyê di biryara xwe de derpêş kir ku "îhmalkarî û kuştineke bi qesdî tune ye" û Ozçalîmlî xwe di paceyê de şiqitandiye û berdaye erdê.    Derket holê ku cendirmeyê pispor A.Û. belgeya ku hatibû îdiakirin beriya mirina Ozçalîmlî hatiye amadekirin, piştî mirina Ozçalîmlî amade kiriye. Çendî ku di begeyê de sextekarî hatiye kirin jî, dozgeriyê ji bo vê got sextekariyeke bêfêde. Lê belê piştî ku mufetîşên mulkiyeyê rapor amade kirin û Qeymeqamtiya Alîagayê destûra lêpirsînê da, derbarê cendirmeyê pispor A.Û. de bi sûcê "binpêkirina peywirê" îdianame hat amadekirin. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Alîagayê jî idianame qebûl kir.    MA / Dîndar Karataş