Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin 2021-05-05 11:40:37   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Bilind, di doza Komkujiya Vartînîsê de biryara beraetkirina 3 leşkeran erê kir û biryar da ku gund bi fermana Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê Bulent Karaoglû ve hatiye şewitandin. Heke dosya heta 3’ê cotmeha 2023’an bi encam nebe bi xetereya demboriyê re rûbirû ye.   Yekemîn Daîreya Dadgeha Bilind, serlêdana têkildarî Komkujiya Vartînîsê ku di 3’ê cotmeha 1993’an de li navçeya Têlî ya Mûşê pêk hatibû û 7 jê zarok 9 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû, nirxand û biryara xwe aşkera kir. Daîreyê, biryar da ku berpirsê komkujiyê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê Bulent Karaoglû ye û biryara beraetê ya ji bo Karaoglû jî bi vê gotinê “Sepêl Karaoglû biryara şewitandina gund daye.” betal kir. Her wiha daîreyê biryara beraetkirina 3 leşkerên paye bilind ên bersûc jî erê kir.   XETEREYA DEMBORIYÊ   Piştî biryarê tê payîn ku Karaoglû bi sûcdariya “Kuştina biwesf da pê dane kirin” jinûve bê darizandin. Heke Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê, li gorî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind tevbigere wê jinûve darizandin bê kirin û dosya ji bo temyîzê li Yekemîn Daîreya Dadgeha Bilind bê vegerandin. Lê heke dadgeh di biryara xwe ya beraetê ya ji bo hemû bersûcan de israr bike wê dosya li Lijneya Giştî ya Ceza ya Dadgeha Bilind bê nirxandin.   Remî ku bi biryarê re hat qebûlkirin ku komkujî bi destê leşkeran pêk hatiye jî dosya bi xetereya demboriyê rûbirû ye. Heke dosya heta 3’ê cotmeha 2023’an bi encam nebe û biryar neyê dayîn wê dosya ji demboriyê bikeve.   PARÊZER KARAÇELÎK: DADGEHA BILIND XELAT KIR    Ji parêzerên dozê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, têkildarî biryarê axivî û diyar kir ku di her asta lêpirsîn û darizandinê de bersûc hatine xelatkirin û wiha got: “Ev dosya li Dadgeha Bilind jî 5 salan hat rawestandin. Di vê pêvajoya ku ji demboriyê re demek kurt maye em ê li bendêbin ku darizandin jinûve bê kirin û biryar bê teqezkirin. Lê di mijara demboriyê de gumanên me yên ciddî hene. Dadgeha Bilind jî bi rawestandina dosyayê bersûcan xelat kir.”