DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan 2021-05-05 11:59:43   AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê, diyar kir ku parlementerê HDP’ê yê berê yê Amedê Îdrîs Balûken, hezar û 534 rojin bi awayekî bêhiqûqî girtiye û bang kir ku Balûken were berdan.   Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang kir ku Parlementerê HDP’ê yê serdema beriya niha yê Amedê Îdrîs Balûken were berdan.   DTO’yê di parvekirina xwe de, diyar kir ku Balûken hezar û 534 rojin bi awayekî bêhiqûqî girtiye û wiha got: “Em şahidê herî nêzîk ên têkoşîna mafê tenduristiyê yê civakî, aştî, demokrasi û mafê mirovan ê aktivîstê xwe Dr. Îdrîs Balûken in. 1534 roj in bi awayekî bê hiqûqî girtiye. Ji bo herkesê edalet, #JiÎdrîsBalûkenReAzadî!”   16 SAL 8 MEH CEZAYÊ HEFSÊ   Balûken ê ku di serdema 24’emîn de parlementeriya Çewlikê, di serdema 25’emîn de jî parlementeriya Amedê kir û di pêvajoya çareseriyê de ligel Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldanê di Şandeya Îmraliyê de cih digirt, ligel Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê ji 4’ê Mijdara 2016’an û vir ve girtî ye. Balûken ê di danişîna ewil a çileya 2017’an de hat berdan, li ser îtîraza dozgeriyê piştî du roj din careke din hat girtin. Di encama darizandinê de 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 4’ê çileya 2018’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” , 4 caran bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û 4 caran jî bi îdiaya “muxalefeta qanûna meş û xwepêşandanan” 16 sal û 8 meh cezayê girtîhê da Balûken. Dosyaya cezayê hefsê ya ji Balûken re hat dayîn ji bo temyîzê, vegûhestin Dadgeha Bilind.