Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin 2021-05-05 12:30:46   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku çalakiya xwe ya bi daxwaza “Edaletê” dewam dike, wiha got: “Yên ku pêşeroj, xeyal û jiyana me dizîn, ligel ku niha tên parastin jî, di dawiya dawî de, wê li pêşberî darazê hesab bidin.”       Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di roja 58’emîn de li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina kolanan, ji 30’ê Nîsanê ve çalakiya xwe li mala xwe didomîne.   Malbata Şenyaşar, derbarê çalakiya xwe ya îro de, li ser hesabên xwe yên medya civakî ev parvekirin kir: “Yên ku pêşeroj, xeyal û jiyana me dizîn, ligel ku niha tên parastin jî, di dawiya dawî de wê li pêşberî darazê hesab bidin. Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin!! Em ê bêdeng nemînin!!”