Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar 2021-05-05 13:21:13 RIHA – Derket holê ku ji 47 kesên ku Şaredariya Eyyubiyeyê ya AKP’ê girtiye kar 30 ji wan xizmên endamên meclisa şaredariyê yên AKP’î ne. Şaredariyê angaştan piştrast kir û ev pirs kir: “Ma we şaredar 47 kesan negire kar?” kir.  Şaredariya Eyyubiyê ya Rihayê ku di destê AKP’ê de ye 47 kesan girt kar. Hat angaştkirin rexmî ku divê girtina kar a van kesan ji aliyê ÎŞKÛR’ê ve bê kirin jî şaredariyê rast e rast wan girtiye kar. Lîsteya van kesan duh êvarê li ser hesabên medya civakî hat parvekirin. Kesên ku navê wan di lîsteyê de hene li beşên cuda yên şaredariyê hatine peywirdarkirin. Lê balkêş e ji van 47 kesan 30 ji wan xizmên endamên meclisa şaredariyê ne.     ŞAREDARIYÊ PIŞTRAST KIR   Şaredarî têkildarî mijarê daxûyanî nade û Şaredar Mehmet Kûş jî kesên ku li ser medya civakî têkildarî mijarê navê wî etiket kirin asteng kir. Têkildarî mijarê em bi telefonê li Şaredar Kûş geriyan. Li şûna Kûş şêwirmendî wî bersiv da û diyar kir ku ji ber bernameyên xwe Şaredar Kûş nikare bersiv bide û me aresteyî berpirsê çapameniyê yê şaredariyê kir.    BERPIRS PIŞTRAST KIR   Berpirsê çapameniyê jî derbarê angaştan de bersiva “rast e” da me. Berpirs, da zanîn ku di nav kesên hatine girtin de xizmên endamê meclisa şaredariyê hene û ev pirs kir: “Şaredar wê 47 kesan negire kar?” Her wiha berpirs got ku şaredariyên din jî 600 kesî girtine kar lê tenê Şaredariya Eyyubiyeyê tê dîtin.   MA / Emrullah Acar