Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin 2021-05-05 15:16:48   RIHA – Li Rihayê, polisan bi ser mizgeftên ku 10 Dildarên Weqfa Fûrkanê ku xwestin li wan îttîkafê bikin de girtin û ew binçav kirin. Polisan pirsa “kî we areste dike” ji kesên binçavkirî pirsîn.    Piştî Edene û Dilôkê Dildarên Weqfa Fûrkanê xwestin li Rihayê jî îbadeta meha remezanê îttîkafê li mizgeftan bikin. Polisan duh li navçeya Karakopruyê bi ser Mizgefta Seyrantepe Tûgayê de girtin û 4 dildarên Fûrkanê binçav kirin. Îro jî polisan li navçeya Xelîliyeyê bi ser Mizgefta Ataşehîrê de girtin û 6 dildarên Fûrkanê binçav kirin. Dildarên ku piştî girtina îfadeyên xwe hatin berdan serboriya xwe ji ajansa me re vegotin.    Dildarê ku nexwest navê wî bê nivîsandin, diyar kir ku polisan wan aresteyî mizgeftê ku Diyanetê destûr daye û ev tişt gotin: “Li gel ku me got; em ê derbasî mizgeftên ku diyanet destûr daye wan bibin jî polisan me binçav kir. Pirsên, ‘Hûn çima dikevin îttîkafê? Kî we areste dike? Armanca we ya ketina îttîkafê çî ye? Wê dîme û deng girtî ye?’ ji me kirin û me jî ji wan re got, ‘îttîkaf sunnet e û 20 sal e em dikevinê.”