Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor 2021-05-06 09:08:13 ENQERE - Operasyonên derî sînor ên ji sala 1983'yan heya niha tên kirin, bêçareseriyê kûrtir dikin û pêşî li ber lihevkirina civakiyî digirin.  Li Tirkiyeyê ji xeynî pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015'an de, hemû hikûmetên hatine ser kar di polîtîkayên "ewlehîparêz" de israr kirin. Operasyonên derî sînor ên heya niha gelek caran hatine kirin, ne di warê eskerî ne jî di warê siyasî de bi ser nektin. Polîtîkayên "ewlehîparêz" ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin, di dema îqtidara AKP'ê de bi temamî xitimîn. Ev yek bû sedema dûrketineke hîn bêtir ji çareseriya aştiyane. Di dema operasyonan de têgehên wekî lihevkirina civakî, azadî û mafên sereke, hiqûq, demokrasî hwd. hatin rawestandin û maliyeta operasyonan jî barê budçeyê girantir kir.    Me operasyonên derî sînor ên ji sala 1983'yan heya niha li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd tên kirin kom kirin.   Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) operasyona xwe ya ewil a derî sînor, di bin navê "Şopandina Germegerm" de di sala 1983'yan de kir. Nêzî 5 hezar esker, daxilî operasyonê bûn. Operasyon bi qasî 5 kîlometreyan li wî aliyê sînor hat kirin. Di sala 1986-87'an de du operasyonên din ên bênav jî hatin kirin. Hejmara kesên di van operasyonan de jiyana xwe ji dest dane, bi awayekî fermî nehatine dayîn.    TEVGERA MELKESÊ    Operasyonên derî sînor bi awayekî berfireh di sala 1991 û salên piştî wê de hatin kirin. Piştî ku Tirkiye û PDK'ê bi awayekî fermî pêwendî bi hev re danîn, çarçovea operasonan jî berfireh bû. Di 5'ê Tebaxa 1991'ê de "Tevgera Melkesê" dest pê kir. Armanca vê tevgerê ew bû ku kampên PKK'ê û muhîmatên wê bên desteserkirin. Operasyona navbirî di 13'ê Tebaxê de bi dawî bûbû. Eskerên Tirkiyeyê tenê du hefteyan li Herêma Kurdistana Federe mabûn.    MIKURHATIN Û TÊKÇÛYÎN    Di 4'ê Cotmeha 1992'yan de jî bi navê "Operasyona Tanqê" operasyoneke derî sînor hat kirin. Ji ber ku di vê operasyonê de gelek tanq hatn bikaranîn ev nav li vê operasyonê hatkirin. PKK'ê jî navê "Şerê Başûr ê Mezin" lê kir. Tirkiye û hêzên herêmî bi şirîkantî tevgeriyan. Operasyon 45 rojan dewam kir. Li gor hejmarên fermî li dor 20 hezar esker, bi hezaran pêşmerge û cerdevan tevli operasyonê bûn. Armanca vê operasyona dorfireh tasfiyekirina PKK'ê bû.    Serokwezîrê wê demê Suleman Demîrel, di daxuyaniya xwe ya ku Serokkomarê wê demê Tûrgût Ozal rexne kiribû de, derbarê operasyonê de gotibû, "Ji dêvla ku Tirkiye yekê bide sisêyan wergire, sê dane yek jî wernegirtiye." Demîrel bi vî awayî li xwe mikur hatibû ku "têk çûne".    PIŞTÎ 92'YAN OPERASYONA DUYEM    Piştî 1992'yan careke din Tirkiye û hêzên herêmî bi şirîkantî tevgeriyan û di sala 1995'an de bi navê "Tevgera Pola" operasona mezin a duyem dan destpêkirin. Operasyon di 21'ê Adarê de dest pê kir û heya 2'yê Gulanê dewam kir. Li gor hejmarên fermî, li gel 35 hezar esker gelek pêşmerge û cerdevan jî tevli operasyonê bûn.    Rayedarên dewletê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku 64 eskerên wan mirine û 185 esker jî birîndar bûne û 568 PKK'yî jiyana xwe ji dest dane.    DI SALEKÊ DE 4 OPERASYON    Di Nîsana 1996'an de bi navê "Başok" (Atmaca) û di 14'ê Hezîrana 1996'an de jî bi navê "Tokat" operasyon hatin kirin. Di van operasyonan de sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di 12'ê Gulana 1997'an de bi navê "Tevgera Çakûç" operasyonek din dest pê kir. Li gor hejmarên fermî 10 hezar esker tevli vê operasyonê bûne û bi ser neketiye. Di 25'ê Îlonê û 15'ê Cotmeha 1997'an de tevî hêzên herêmî bi navê "Tevgera Berbangê" operasyonek hat kirin. 15 hezar esker û bi hezaran cerdevan û pêşmerge tevli operasyonê bûn. TSK, di dema operasyonê de bi çekên xwe yên giran li Herêma Kurdistana Feder kon veda.   OPERASYONÊN MÛRAD Û SANDWÎÇÊ    TSK'ê di 23'yê Nîsana 1998'an de tevî 40 hezar eskr li Amed, Çewlik, Mûş û Bedlîsê bi navê "Mûrad" operasyonek dorfireh da destpêkirin. Di sala 1999'an de jî operasyona 24'emîn a derî sînor kir. Di vê operasyona bi navê "Sandwîç" de tu tişt bi dest wê neket.    OPERASYONA ZAPÊ    Di dema îqtidara AKP'ê de yek ji operasyona herî dorfireh "Tevgera Rojê" ye. Di 21-29'ê Sibata 2008'an de hat kirin. 10 hezar tev li vê operayonê bûn ku armanca wê herêma Zapê bû. PKK'ê jî navê "Berxwedana Zapê" lê kir. Operasyon 9 rojan dewam kir. TSK, mecbûr ma di 29'ê Sibatê de vekişe. Rayedarên dewletê ragihandin ku di operasyonê de 24 esker mirine û 240 PKK'yî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê HPG'ê jî ragihand ku 125 esker mirine, bi sedan esker jî birîndar bûne û 9 HPG'î jiyana xwe ji dest dane.   Her wiha Serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit ji bo vekişînê gotibû: "Dibêjin zû vekişiyan. Madem wisa hela bila herin tenê 24 saetan li wir bimînin. Bi rastî jî wekî mû ji nava mast bê kişandin, em bi awayî pir baş vekişiyan. Di dema vekişînê de eskerek me jî nemir."    Buyukanit, bi vî away, li xwe mikur hatibû, operasyona wan bi ser neketiye.   2011: SIVÎL KUŞTIN    Piştî têkşikîna li Zapê, di 17'ê Tebaxa 2011'an de operasyoneke bênav hat kirin. Balafirên şer di roja pêncan a operasyonê de, di 21'ê Tebaxa 2011'an de, li ser rêya Kortek-Ranyayê li nêzî gundê Bolê, wesayîtek bombeberan kir. Di wesayîtê de 4 jê zarok 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Pêngavên PKK'ê yên bi navê "Şerê Gel ê Şoreşgerî" heya Kanûna 2012'an dewam kirin. Ev pêngav li xeta Bêşebab, Çelê, Şemzînan û Geverê dewam kirin. PIştî van pêngavan "pêvajoya çareseriyê" dest pê kir.   OPERASYONA BÛ SEDEMA XERAKIRINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ    Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi navê "Şehîd Yalçin" operasyonek dest pê kir. Bi vê operasyonê de "pêvajoya çareseriyê" ya di sala 2013'an de dest pê kiribû bi awayekî fermî bi dawî bû. Qendîl, Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Xakûrkê, Xinêrê, Garê û gelek herêmên din bi 50 balafirên şer hatin bombebarankirin. Di van operasyonan de qadên sivîl hedef hatin girtin û herî kêm 8 sivîl jiyana xwe ji dest dan.    SOYLÛ: ÊDÎ Ê KES NAVÊ PKK'Ê BILÊV NEKE    Di sala 2016'an de jî operasyonên hewayî yên derî sînor zêde bûn. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 2'yê Mijdara 2016'an de li Sakaryayê di axaftineke xwe de got, "Xwedê şahid e, ê careke din kes navê PKK'ê bilêv neke. Em bi şeref û namûsa xwe sond dixwin, ê kes bilêv neke." Piştî vê axaftinê operasyon dewam kirin. Çendî ku Soylû di sala 2016'an de sond xwaribû ku yê "kes hew navê PKK'ê bilêv bike", operasyon 2 sal bi şûn de dest pê kirin. Di sala 2018'an de bi navê "Operasyona Biryardarî", di 28'ê Gulana 2019'an de bi navê "Tevgera Pençeyê", di 13'ê Tîrmeha 2019'an de bi navê "Operasyona Pençe-2", di 23'yê Tebaxa 2019'an de bi navê "Operasyona Pençe-3", di 15'ê Hezîrana 2020'î de bi navê "Operasyona Pençe-Qertel", di 18'ê Hezîrana 2020'î de bi navê "Operasyona Pençe-Piling", di 10'ê Sibata 2021'ê de bi navê "Tevgera Pençe-Qertel-2", di 23'yê Nîsana 2021'ê de bi navê Operasyonên "Pençe-Birûsk û Pençe-Birqê" operasyon hatin kirin.    OPERASYONA GARÊ    Di 10'ê Sibata 2021'ê de jî bi navê "Tevgera Pençe-Qertel-2" operasyon hat kirin. Di vê operasyonê de ku wekî "Garê" jî tê binavkirin, 13 polîs û eskerên ku 6 salan di destê PKK'ê de bûn, mirin. Çendî ku Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, daxuyand ku operasyon ji bo rizgarkirina "dîlgirtiyan" bû, lê belê armanca sereke ya vê operasyonê serketin bû. Piştî vê bi vî awayî armanc kirin ku pêşî li ber mudaxilekirina Şingalê bê vekirin. Her wiha Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan beriya operasyonê bi çend rojan daxuyandibû ku dê "mizgîniyekê" bide. Lê belê paşê mecbûr ma ku neserketina operasyonê ragihîne.   CARDIN ZAP CARDIN...    PIştî operasyona Garê bi du meh û nîvan, di 23'yê Nîsanê de "Operasyonên Pençe-Birûsk û Pençe-Birqê" hatin destpêkirin. Armanca van operasyonan bidestxistina herêma MEtîna, Avaşîn û Zapê ye. TSK, di sala 2008'an de ji Zapê vekişiyabû û piştî 13 salan vê carê jî Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar got, "Çiya, kendal, daketin û siwarbûn pir zor e. Helîkopter nikarin tekerên xwe deynin erdê." Operasyona navbirî du hefte ye dewam dike. Li gor bîlançoya 23'yê Nîsanê û 3'yê Gulanê ya HPG'ê 147 esker mirine û 7 HPG'î jiyana xwe ji dest dane. Lê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akara jî duh daxuyand ku 68 HPG'î jiyana xwe ji dest dane.    MA / Dîren Yûrtsever