Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan 2021-05-06 09:12:57 STENBOL - Malbatên girtiyan ên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê hişyarî kirin û xwestin her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan û dakevin kolanan.  Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtigeha Tîpa F a Îmraliyê 22 sal in bê navber berdewam dike. Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji 27'ê Mijdara 2020'an heta niha bê navber çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger berdewam dikin. Di 8'ê mijdara sala 2018'an de jî di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de li dijî tecrîdê, çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû. Çalakî li hemû girtîgehan û dervê welat belav bûbû. Ji ber çalakî li derve û hundir zêde bûn, Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Niha jî çalakiya girtiyan didome. Çalakiya girtiyan ket roja 161'an. Malbatên girtiyên siyasî yên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, bang li raya giştî kirin û xwest li dijî tecrîdê bêdeng nemînîn û tev li çalakiyan bibin.    Girtî Bîrdal Abay, di sala 2018'an de dîsa bi heman daxwaz û armancê ketibû greva birçîbûnê. Wê demê jî 120 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de mabû. Dîsa Serhat Bulut di nava 2 salan de 4 caran ket greva birçîbûnê. Malbatên Abay û Bulut diyar kirin ku çalakiyên girtiyan rewa û zagonî ne û daxwazên wan jî rewa û mirovî ne. Malbatan bang li raya giştî û parazvanên mafên mirovan kirin ku demek berî demekê li daxwazê wan xwedî derkevin ku tecrîd bi dawî bibe.    BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME    Xwişka Bîrdal Abay, Gultan Abay, anî ziman ku birayê wê di telefonên hefteyî de her hefte qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dike û wiha got: "Birayê min diyar dike ku gardiyan di bin navê lêgerînê de, bi ser odeyan de digirin û zextên fîzîkî, derûnî li wan dikin. Dîsa diyar dike ku rojname, pirtûk, radyo û amûrê ragihandinê li wan qedexe dikin. Li dijî girtiyan muameleyên xerab pêş dixin. Bi rêk û pêk pêkutiyan dikin."    DÎSA KETIN GREVÊ    Gultan Abay, destnîşan kir ku girtî ji bo tecrîd û binpêkirina mafan bi dawî bibin dîsa ketine grevê û wiha axivî: "Birayê min niha di grevê de ye. Di salên 2018 û 2019'an de dîsa bi heman armancê ketibû grevê. Wê demê 120 rojan di grevê de mabû. Ji ber cara din ketibû grevê nexweşî pêre çêbûn. Niha dîsa ketiye grevê û fikarên me zêde ne. Niha dîsa nexweşiyên wî didomin. Êdî çavê wî dûr nabîne. Pituyê diranên wî xera dibin. Nexweşiya mîdê pêre heye. Girtiyên ketine grevê bi piranî rewşa wan a tenduristiyê wekî hev e. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Birayê min di telefonê de anî ziman ku heta ew mafê xwe bi dest nexin û daxwazên wan pêk neyê, dest ji çalakiyê bernadin."     Abay, anî ziman ku daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan, daxwazên mafdar in û wiha bi dawî kir: "Em bang li rayedaran dikin ku êdî tecrîdê bi dawî bikin.  Bila dengê me bibhîzin. Bila tecrîd û binpêkirina mafan bi dawî bibe. Bi hezeran girtî ketine grevê. Divê êdî rayedar daxwazên wan pêk bînin û raya giştî jî li dijî tecrîdê li daxwazên wan xwedî derkevin."    DI 2 SALAN DE 4 CARAN KET GREVÊ    Serhat Bulut jî ji ber xebatên siyasî bi îdeaya “Endamtiya Rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza xwar. 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Hîlwanê girtî ye. Serhat Bulut di 2 salan de 4 caran ket grevê. Dema Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ket grevê wê demê 87 rojan di grevê de mal. Di çalakiya Hezîrana 2020'an de dîsa 25 rojan ma. Piştî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 27'ê Mijdara 2020’an de li dijî tecrîdê ketin grevê dîsa Serhat Bulut ket grevê. Bulut di 161 rojan de 2 caran, her carê 5 rojan bi dorvegek ket grevê.    WEKÎ DIN RÊ NEBA   Dayika Serhat Bulut Ayten Bulut jî anî ziman ku wekî her dayikê naxwazin zarokên wan têkevin grevê û wiha got: "Ji bo zarokên me nekevin girevê, divê tecrîd û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Divê polîtikayên dewletê yên li dijî hiqûq û mafên mirovan bi dawî bibin. Ez ji kurê xwe re dibêjim 'Em naxwazin hûn têkevin grevê' Ew jî dibêje 'Wekî din tu rê nehiştine' Ew bi daxwaza xwe nakevin grevê. Pergal zorê li wan dike ku têkevin grevê. Ku tecrîd û zext tune bin girtî nakevin girevê."    BANGA HESTIYARIYÊ   Bulut, herî dawî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan û li ser hemû beşên civakê belav bûye û ev bang kir: "Divê tecrîd û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Girtî li dijî tecrîdê û li dijî zextên li ser girtiyan di grevê de ne. Divê her kes li dijî tecrîdê û van zextên li ser girtiyan rabin ser piyan. Divê em girtiyan bi tenê nehêlin. Bêyî em cudakariya ziman, nasname, reng, zayend û nijadê bikin em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin. Em naxwazin girtî jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin îqtîdar dawî li van zext û zilmê bînin."    MA / Îdrîs Sayilgan - Rojîn Altay