Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine 2021-05-06 09:19:51 AMED - Dayika girtî Yûsûf Boz ê li Girtîgeha Amedê dimîne, Meymenet Boz diyar kir ku lawê wê nikare ji ber jana çavê xwe yê parçeyê şerapnelê tê de bisekine û xwest ku lawê wê bê tedawîkirin.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li gel şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) û çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dan destpêkirin, her ku diçe zêde dibin. Yek ji van girtîgehan jî Kampusa Girtîgeha Amedê ye. Yûsûf Boz ê 26 salî ji ber ragihandina qedexeya derketina derve ya di 2'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sûrê li wir ma û di 2'yê Adara 2016'an de piştî tahliyêkirina sivîlan hat girtin. Boz 5 sal in di girtîgehê de ye. Dadgehê cezayê heta hetayê û 13 sal li Boz birî. Boz, niha li Girtîgeha Amedê Jimara 1'an a Ewlehiya Bilind dimîne. Dayika Boz, Meymenet Boz a 54 salî derbarê rewşa tenduristiyê ya lawê xwe de axivî û ji bo çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir.    ‘DI ÇAVÊ WÎ DE HÊJ PARÇE HEYE’   Dayik Boz diyar kir ku lawê wê di dema şerê xwerêveberiya xweser yê navçeya Sûrê de hat binçavkirin û girtin û wiha got: “Sivîl bûn ji Sûrê derketin lê ew girtin. Me got dê dadgeha ewil de bên berdan, lê çend dadgeh derbas bûn, dawiya dawiyê muebbetek û 13 sal cezayê hefsê lê birîn. Neheqiyeke mezin li van zarokan kirin.” Boz da zanîn ku dema lawê wê di Sûrê de bû ji ber bombebarandinê ji çavê xwe birîndar bûbû û wiha axivî: “Dema di Sûrê de parçeyê şerapnelê li çavê wî ket. Ji ber qedexe hebûn nikaribû derkeve. Heta derket çavê wî yê çepê kor bû. Beriya du salan protez xistine çavê wî. Di çavê wî yê din de jî hêj parçe heye. Çiqas bi me re diaxive dibêje ‘dayê çavê min diêşe’. Me jî çend caran jê re got daxwaznameyan bide bila te bibin nexweşxaneyê lê ligel çend caran daxwazname dan jî nebirin nexweşxaneyê. Pişt re em mecbûr man li parêzer geriyan. Piştî ku parêzer li ser sekinî ew birin nexweşxaneyê û gotine ku di çavê wî de parçe heye û heke dikaribin wê derxin."    ‘WATEYA ZEXT Û ZORÊ ÇI YE?’   Boz anî ziman ku di 5’ê gulanê de bi telefonê bi lawê xwe re axivî û wiha berdewam kir: “Lawê min careke din çûbû nexweşxaneyê. Îro telefon kir min rewşa wî jê pirsî, ku dê emeliyat bibe an nabe. Ji min re got ‘dayê li nexweşxaneyê gotin tiştek di çavê te de nîne’ Min jê pirs kir ku çima cara din gotin perçe têde ye niha dibêjin têde nîne. Ji xwe çavekî wî çûye. Dibêje ji ber jana çavê xwe nikarim bisekinim. Me fêm nekir ji ber çi wisa gotine. Lê ji ber bi çavên dijminatiyê lê dinerin tedawî nakin. Jixwe girtî ye. Wateya vê zext û zorê çi ye?”   SILAV DAYÎN JÎ QEDEXE YE   Boz bi lêv kir ku lawê wê di 15’ê adarê de ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind hatiye kirin û wiha domand: “Piştî ku çûne girtîgeha nû hemû xebatên wan ên civakî betal kirine. Ji bo hevdîtinan jî tenê du kes dikarin biçin. Ez û hevjînê xwe diçin, xwîşkên wî jî dixwazin werin lê nikarin werin. Ji xwe em bergiriyên xwe digirin û diçin, hevdîtina girtî ye jî, çima tenê du mirovan digirin? Li kongreyan çiqas mirov kom dibin. Çima vê zehmetiyê bi me didin kişandin? Carna em dixwazin di hevdîtina girtî de silavekê bidin girtiyên din nahêlin, ew jî qedexe kirine. Çiqas diçe ber bi xerabûnê ve diçe. Wisa nabe. Em vê zilm û zordariyê qebûl nakin.”   Boz diyar kir ku ji binpêkirinên mafan çend caran serî li TÛAY-DER û ÎHD’ê dane û destnîşan kir ku ji bo zarokên xwe çi pêwist bibe wê bikin.   ‘DIVÊ LI GIRTIYAN XWEDÎ BÊ DERKETIN’   Boz bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan dan destpêkirin û wiha pê de çû: “Ji bo çalakiya grevê ez bang li hemû malbatan dikim. Ji ber zilm û zordariyê zarokên me ketina çalakiya greva birçîbûnê. Hewceye em jî piştevaniya çalakiya zarokên xwe bikin û li pey wan bin. Divê em bibin dengê wan. Em nebin, wê kî bibe dengê wan? Ji bo rêyeke çareseriyê malbat bikaribin çi bikin divê bikin. Divê gelê me li girtiyan xwedî derkeve.”