Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin 2021-05-06 10:48:56   ŞIRNEX – Serodzgeriya Dadgeha Bilind, dosya doza “KCK’ê ya Cizîrê” ku ji hezaran rûpelan pêk tê di meh û nîvekê de lêkolîn kir û xwest ku 424 sal cezayê girtîgehê li 72 siyasetmedaran bê birîn.    Di sala 2011’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di çaroveya operasyonên KCK’ê de Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zîrîg û nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de li 72 siyasetmedaran doz hat vekirin. Danişîna biryarê ya dozê di 24’ê hezîrana 2020’an de li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hat dîtin û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê”  424 sal û 10 meh û 20 ceza li 72 kesan hat birîn.    ÎSTINAFÊ ERÊ KIR   Parêzerên dozê biryarê li Edliyeya Dadgeha Herêmê ya Dîlokê îttîraz kirin. 4’emîn Daîreya Dadgehê biryarê dadgeha herêmî erê kir. Piştî vê biryarê parêzeran dozê birin Dadgeha Bilind. 16’emîn Daîreya Dadgeha Bilind, di 11’ê mijdara 2020’an de dest bi nirxandina dosya ku ji 135 qlasor û 2 hezar rûpelan pêk tê kir û di 29’ê nîsanê de nirxandina xwe temam kir. Serdozgerê Dadgeha Bilind, di mutalaayê de xwest ku cezayê dadgeha herêmî bê erêkirin û xwest ku îttîraza ji bo beraeta 9 kesan hatibû kirin jî bê redkirin.    DI MEH Û NÎVEKÊ DE NIRXANDIYE   Ji parêzerên dozê Newroz Ûysal, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku mutalaaya ku Serdozgerê Dadgeha Bilind amade kiriye ji heq û hiqûqê dûr e û di hêla usûlê de kêmasî hene û wiha got: “Ev jî nîşan dide ku bêcidiyet nêzî dosyayê bûye. Lewre 135 qlasor hene lê tenê biryareke bi hincet a ji 2 qlasoran pêk tê heye. Li dijî biryara ku di sala 2020’an de hat dayîn me di meha adarê de karibû bibin Dadgeha Bilind. Ev jî meh û nîvekê de hatiye nirxandin! Dosya bi sedemên siyasî hatiye amadekirin. Di rastiyê de dosya dosyaya kûmpasê ye.”   MA / Zeynep Dûrgût