Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt 2021-05-06 11:39:26   ERZIROM – Li navçeya Yakûtiyê Serdar Dundar ku duh piştî fitarê bêserûber gule berdan, zaroka bi navê Pinar Kaban ku li kuçeyê dilîst kuşt.    Duh êvarê li taxa Rabîaana ya navçeya Yakîtiyê ya Erziromê Serdar Dundar (19) ku piştî fitarê bêserûber gule berdan, zaroka bi navê Pinar Kaban (13) ku li kuçeyê mala wa lê dilîst kuşt. Piştî bûyerê Dundar ku li ser hesabên wî yên medya civakî gelek wêneyên çekan hebûn hat binçavkirin û piştî ku derket dadgehê hat girtin. Cenazeyê Kaban jî piştî ku otopsiya wê hat kirin li Goristana Abdûrrahman Gazî hat veşartin. Hat diyarkirin ku bavê Kaban girtî ye û tevlî merasîma cenazeyê keça xwe nebûye.