HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da 2021-05-06 13:15:34   ENQERE - HDP ji bo tedawiya girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt were kirin, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê da.    Parlamentera HDP’ê ya Endama Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a MeclîsÊ Fatma Kûrtûlan ji bo tedawiya girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt ê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F tê ragirtin were kirin, daxwazname da Serokatiya Komîsyonê. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku Ferîdûn Kûrt di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye û hat xwestin ku emeliyatên wî yên pêwîst werin kirin û wî sewqî girtîgehek nêzî navçeya Pirsûsa Rihayê ku malbata wî li wir dimîne were kirin.