Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da 2021-05-06 14:00:03   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Rêxistina Sûc a Organîzekirî Sedat Peker, di kuştina rojnameger Yeldana Kaharman de Wezîrê berê yê Karên Hundir Mehmet Agar ku wî weke “serokê dewleta kûr” da nasîn, berpirsyar girt.    Sedat Peker ku ji aliyên Miduriyeta Polisan a Stenbolê ve weke “Serokê Rêxistina Sûc a Organîzekirî” lê tê gerîn û beriya demekê ji Tirkiyeyê veqetiyabû, li ser Youtubeyê duyemîn dîmen weşand. Peker, di dîmenê de derbarê Rojnameger Yeldana Kaharman ku di sala 2019’an de piştî ku çûbû mala Parlamenterê AKP’ê yê Xarpêtê Tolga Agar rojek şûnde  mirî hatibû dîtin de agahiyên balkêş ragihand.    ‘AGAR SEROKÊ DEWLETA KÛR E’   Peker, got ku heke tiştên dibêje derew derkevin dê tiliyeke xwe jêbike û ev tişt gotin: “Rojek keçikokek diçe cem cendirmeyan û dibêje ku dest dirêjî wê hatiye kirin. 18 salî ye. Keçikok gilî dike û piştre bavê (Mehmet Agar) vî hevalî bi helikopterê tê wî digire. Keç rojek şûnde mirî tê dîtin.  Çi qas balkêş û bi êş e newsa? Me got em ê ji bo keça xwe dinyayê bişewitînin lê li wir bêkesek dimire û herkes jî dizane. Lê kes dengê xwe nake. Ka li kuder in saziyên jinan? We tenê yekê jî dît ku ji bo vê bûyerê çalakî li dar xistin? Serokê dewleta kûr e. Çi bixwaze weke wî dibe. Niha jî kûrtir bû.”   BAZIRGANIYA HIŞBIRÊ YA LI KOLOMBIYAYÊ   Peker, derbarê Wezîrê Karên Hundir ê Demê Mehmet Agar ku navê bi cînayetên faîlên meçhul timik tê ziman de angaştên cuda anîn ziman û wiha pêde çû: “Li seranserê dinyayê bajarê ku di rêza duyemîn a herî zêde hişbirê bi kar tîne de Stenbol û di rêza sêyemîn de bi kar tîne jî Edene ye. Qaşo me yê nifşeke biîman gihanda lê me nifşeke girêdayî hişbirê gihand. Ji kerema xwe li înternetê binerin, li Bêndergeha Kolombiyayê 4 ton û 900 kîlo kokain hat girtin. Aşkera kirin ku wê ev biçûna Bêndergeha Îzmîrê û ji vir jî wê biçûna fîrmayeke kîmyayê. Lê li Tirkiyeyê derbarê vê navnîşanê de tu operasyonek nehat kirin. Dema ku em 4 ton saver bînin, ji ber ku em fatorê kêm dinivisînin hûn ê me bavêjin nezarete. Navnîşana ku hişbir hatiyê diyar e. Serokê parê Mehmet Agar e. Parlamenterekî berê jî…alîkarê wî yê berê. Dudu û sêsê kesên tîpên mafyatîk.”   NÛSRETÊ GOŞTFIROŞ   Di berdewamê de Peker derbarê goştgiroş Nûsret Gokçe, karsaz Sezgîn Baran Korkmaz ku derbarê wî de biryara girtinê heye û kurê siyasetmedar Mûstafa Sarigul Emîr Sarigul de jî ev tişt gotin: “Birayekî me yê bi navê Nûsret heye, goşfiroş e. Lehengê din ê mijarê kurê Mehmet Agar Tolga Agar e. Bi hevala xwe re tên mala Emîr Sarigul a li Koşkên Beykozê. Li kuçeyek binî vê jî mala Mehmet Agar heye. Li cem Agar jî Sezgîn Baran Korkmaz heye. Li mala Sarigul kokaînê dikişînin. Tolga Agar bi telefonê li Nusret digere û jê re dibêje ji xwe re ‘biqail be’. Nûsret dest bi çêran dike. Piştre Tolga Agar bi hêrs dibe û guleyan ber dide. Mustafa Sarigul û Sezgîn Baran Korkmaz ku deng diçe wan tên jorê. Sarigul, dibêje, ‘tişra pêwîst bikin’. Her wiha ew roj Alîkarê Midurê Polisan ê Bajar Cevdet Hurol jî li wir e. Sûrûrî Saydam ku Alîkarê Midurê Polisan ê ji Beykozê berpirsyar e û Sûnay Baliklikaya ku Midurê Herêma C ku niha teqewît e jî li wir in. Midurê Polisan ê Bajar dibêje, ‘em ê kirariyê bikin’. Mehmet Agar û Tolga Agar dibin asteng. Di dawiyê de bi ajokarê Emîr Sargul gule didin berdan û heval diçe girtîgehê.”   Peker, agahî da ku di dîmeneke din de dê derbarê sûîqesta Kûtlû Adali ya di sala 1996’an de pêk hatibû de biaxive.