Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2021-05-06 17:06:12   ŞIRNEX- Li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê dayîka xwedî 7 zarokan Gurbet Ûren (40) bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da. Uren, li mala xwe mirî hat dîtin. Piştî ku tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê cenazeyê Uren ji bo otopsiyê rakirina nexweşxaneyê.    Her wiha hevjînê Uren Osman Ûren ji hêla polîsan ve weke gumanbar hat binçavkirin û derbarê mirina Uren de lêpirsîn hate destpêkirin.