HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn 2021-05-06 17:23:02   ENQERE - Parlementerên HDP’ê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan di salvegera darvekirina wan de li ser gorên wan ew bi bîr anîn.   Parlementerên HDP’ê Kemal Bulbul, Erol Katircioglû û Mûrat Çepnî di salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan de li ser gorên wan ew bi bîr anîn. Di bîranîna li Goristana Karşiyakayê de Parlementer Kemal Bulbul axivî û anî ziman ku ji ber şewbê nekarîn bîranîneke bi girseyî pêk bînin.    Bulbul, diyar kir ku Gezmîş, Înan û Aslan ji bo edalet û azadiyê canên xwe dan û wiha got: “Wan pêşengiya tevgerên demokratîk û şoreşger ên Tirkiyeyê kirin. Dema di 6’ê Gulanê de Denîz diçû sêdarê gotibû ‘Em ji bo wekhevî û biratiya gelên Tirk û Kurd û gelên Tirkiyeyê têkoşiyan.’ Dîsa çûyîna wan a Çiyayê Nûrheq û avakirina wan a Pira Ciwanan a li Colemêrgê nîşaneya têkoşîna hevpar e. Em jî soza têkoşîna ku Tirkiyeyeke lê were jiyîn didin.”