ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-07 09:00:15 * Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû destnîşan kir ku operasyonên dersînor berdewamiya “Pilana Pelişandinê” ye û got: “Operasyon bi tecrîdkirina birêz Ocalan ve girêdayî ye. Çareserî li Îmraliyê ye.”  * Dayika girtî Ramazan Kizildag ê di greva birçîbûnê de ye Şukriye Kizildag, bi gotina “Dilê dayikan ne şewitînin” bertek nîşanî bêdengiya rayedaran da.    * Raîfe Ergul, diyar kir ku ji bo wê tu wateya Roja Dayikan nemaye û ev tişt got: “Roja ku zarokên me qetil kirin Roja Dayikan ji me girtin.”   * Geliyê Zîlan bi HES'an tê tunekirin. Ekolojîst Alî Kalçik got: "Şopên komkujiya 1930'yî tên paqijkirin. Sirf ji bo fîrmaya MHP'î qezenc bike dê bi hezaran candar bên kuştin."    * Mamosteyê zimanê kurdî Ferhat Ertaş, destnîşan kir ku kurdî dê bi têkoşînê ewleyiyeke qanûnî wergire. Her wiha Ertaş, ji bo axaftina bi kurdî jî anî ziman ku barê mezin dikeve ser milê malbatan.    * Çalakgerên greva birçîbûnê yên li kampa Mexmûr û Lavrioyê, destnîşan kirin ku şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê rê li ber azadiya gelan veke. Çalakgeran bilêv kir ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome.    * Kendkarên tenduristiyê anîn ziman ku heger li cihekî fabrîke û wesayîtên çûnhatinê heya ber dev tije bin, mirov nikare behsa tevdîr û qedexeyên ji binî de bike.    * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku pirsgirêka kurdî bi operasyonên eskerî nayê çareserkirin û ji bo operasyonên li Zap, Metîna û Avaşînê jî got: "Dê li berxwedana gelê kurd biqelibin, dê AKP-MHP'ê belawela bikin."    * Li Sokeyê roman, ji konan tên derxistin. Jinên roman ku hemû kar û bar li ser milê wan e, anîn ziman ku daxwaza wan tenê xaniyek e.    * Çalakiya bi daxwaza "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 60'emîn de li malê berdewam bike.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe, wê pêşketinên di rojevê de binirxîne. (11.00)