‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’ 2021-05-07 11:37:57   AMED - Endamê Konseya Navendî yê TTB’ê Halîs Yerlîkaya diyar kir ku li gorî bajarên din li bajarên heremê rêjeyên derzîkirinê kêm ê û got: "Ji ber vê kêmbûna derzîkirinê, kes êdî baweriya xwe bi daxuyaniyên rayedaran nayîne. Ji ber xizmetek bi kurdî jî nîne ev dibe sedemê kêmbûna rêjeyên derzî kirinê.”   Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) her çiqas hejmara pêketiyan bikeve jî rêjeya mirinan naguhere. Endamê Konseya Navendî yê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya, asta şewba vîrûsa koronayê ya li bajarên bakurê Kurdistanê nirxand. Yerlîkaya, da zanîn ku di hejmara pêketiyan a li bajarên heremê de zêdebûneke cîdî nîne, lê belavbûna şewbê ya li nava malê zêde dibe û li nexweşxaneyên Amedê nêzî 60 nexweş li lênêrîna awarte tên razandin hene. Yerlîkaya, bi lêv kir ku divê welatî ji hejmara zêdebûna pêkatiyan re amade bin û ew ji rewşê bi fikar in.   ‘HEJMARÊN TÊN EŞKEREKIRIN JI BO KÎJAN ARMANCÊ NE?’   Yerlîkaya bal kişand ser qedexeya giştî ya 17 rojan û got girtineke bêyî alîkariya civakî wê bi ser nekeve. Yerlîkaya anî ziman ku li şûna bi darê zorê mirovan li malê bidin girtin divê çerx bên rawestandin û wiha axivî: “Niha dibêjin girtin lê gelek karker û xizan mecbûr in bixebitin. An jî çerx nesekinîn. Daxwaza me ya bingehîn ew bû ku alîkariya aborî û civakî bê kirin û tevgera civakî bê kêmkirin. Tu feydeyê pêkanîna hin rojan a rêbaza bigire-veke nîne. Piştî 17 rojan em ê bikevin pêvajoya vekirinê lê li gor kîjan krîteran em ê bên vekirin nizanin. Dibêjin ‘wê hejmara pêketiyan bikeve bin 5 hezaran’ ev hejmar li gor çi tê ziman? Di van hefteyên dawî de di hejmara rêjeyên testan de ketineke cîdî heye. Di hejmara pêketiyan de jî ketinek heye. Ji ber fikarên aborî, hejmara pêketiyan kêm tê nîşandan. Em vê yekê nizanin. Ev rêbaz ne rêbazeke rast e.”   ‘DERZÎ KIRIN KÊM E, KES BAWERIYA XWE BI DEWLETÊ NAYÎNE’   Yerlîkaya anî ziman ku dîrokên Wezareta Tenduristiyê têkildarî derzîkirinê dan pêk nehatin û wiha berdewam kir: “Derzîkirin gelek hêdî tê kirin. Ji ber vê yekê jî baweriya însanan şikest. Kes baweriya xwe bi daxuyaniyên rayedarê dewletê nayne. Gelek mirovên ku dozeke derzîyê danîne û ya duyemîn nedanîne hene. Li gorî bajarên din li bajarên heremê rêjeyên derzîkirinê kêm in. Em li vir dudilî ne. Ev dudilî ne li dijî derzîkirinê ye li dijî polîtîkayên ku dewletê heta niha bi rê ve birine ye.  Nedayîna xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê kurdî jî di rêjeya derzîkirina li van bajarên derdora me de dibe sedema kêm bûnê."    ‘DIVÊ BERPIRSYARTIYA DESTHILATÊ BÊ BIBÎRXISTIN’   Yerlîkaya, destnîşankir ku ji bo di pandemiyê de serkeftî bin divê pêvajoya derzîkirinê bi awayekî zelal bê birêvebirin û welatiyên ku dora wan a derzîkirinê tên bên qenihkirin. Yerlîkaya diyar kir ku rêbaza bigire û veke xapandineke divê welatî ne xapin. Yerlîkaya herî dawî destnîşan kir ku divê berpirsyartiya dewletê û desthilata siyasî bê bibîrxistin.   MA / Cahît Ozbek