Rewşa girtîgehan: Tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî 2021-05-08 09:01:12 STENBOL - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, anî ziman ku îqtidar dixwaze pirsgirêkên li girtîgehan mayinde bike. Parêzera OHD'î Destîna Yildiz jî destnîşan kir ku tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî û dewlet guh li qanûnên xwe nake.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 163'yan de didomin. Ji roja ku çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine heya niha li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û ji ber tevdîr nayên girtin, girtî bi xetereya şewba Covîd-19'ê re rû bi rû ne.    ÎŞKENCEYA FIÎLΠ   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Parêzer Destîna Yildiz ku hefteya borî di nav heyeta parêzeran de cih girtibû û serdana girtîgehan kiribû, diyar kir ku tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye û rewşa heyî veguheriye îşkenceyeke fiîlî.    TECRÎD BELAV BÛYE    Yildiz, destnîşan kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) de jî hatiye tespîtkirin ku tecrîda li Îmraliyê îşkence ye û got: "Niha jî pandemî kirine hincet û bi vê dixwazin tecrîda li Îmraliyê mayinde bikin. Mafê hevdîtina vekirî, mafê werzîşê û mafên sohbetê hwd. ên girtiyan tên astengkirin. Her wiha li girtîgehan astengiyek li ber rojname û kovaran jî heye. Sansura li ser nameyên girtiyan zêde bûye. Gava em van pêkanînan hemûyan bînin cem hev, em bi awayekî aşkere dibînin ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye."    DAXWAZÊN GIRTIYAN    Yildiz, anî ziman ku daxwaza girtiyan bidawîkirina tecrîdê, hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re ye û ev daxwaz ne daxwazine ku pêkanîna wan ne pêkan be.    Yildiz got: "Çareserî jî bi qasî daxwazan şênber û hêsan e. Divê dewlet qanûnên xwe pêk bîne û dawî li vê tecrîdê bîne."    LÊPIRSÎNÊN DÎSÎPLÎNÊ    Yildiz, da zanîn ku li girtîgehên ku hejmara girtiyan zêde ye jî dora çalakiya greva birçîbûnê cara 3'yan e hatiye heman koman. Yildiz, diyar kir ku derbarê girtiyên ku dikevin greva birçîbûnê de lêpirsînên dîsîplînê tên destpêkirin. Yildiz, bilêv kir ku îtirazên girtiyan ên ji bo van cezayan jî tên redkirin.    Yildiz, diyar kir ku heger grev dirêj bibe dê bandoreke pir xirab li tenduristiya girtiyan bike.    Yildiz bang kir ku demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    TECRÎD Û PIRSGIRÊKEKE KRONÎK    Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Coşkûn Ustercî jî destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê her tim binpêkirinên mafan ên giran rû didin û her diçe ev yek vediguhere tiştekî mayinde. Ustercî bilêv kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan "dijî rûmeta mirovan" e û bal kişand ser qanûna Jimare 7242'yan.    Ustercî, diyar kir ku qanûna înfazê ya jimare 7242 ku bi hinceta pandemiyê hatiye çêkirin, şert û mercên înfazê yên girtiyan girantir kirine û got: "Rayedar ji dêvla ku guh bidin van daxwazên mafdar ên girtiyan û çareyekê peyda bikin, radibin zext û zoriyan zêdetir dikin. Derbarê kesên dikevin greva birçîbûnê de lêpirsînên dîsîplînê didin destpêkirin, cezayên giran dibirin."   Ustercî, destnîşan kir ku tecrîda ku ji salên 2000'î ve tê pêkanîn û zirareke mezin dide yekpareyiya fizîkî û derûnî ya girtiyan, veguheriye pirsgirêkeke kronîk.    PÎVANÊN MANDELA    Ustercî, destnîşan kir ku divê tecrîda li Îmraliyê ku li dijî Pîvanên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî (NY), tewsiyeyên CPT'yê û Qanûna Înfazê ya Jimare 5275'a ye bi dawî bibe, ji lew re tecrîd dijî rûmeta mirovahiyê ye.    MA / Berfîn Karaman