Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda 2021-05-08 09:01:16 MÊRSÎN - Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn di 23'yê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû. Kurê wî Azîz Gultekîn, destnîşan kir ku li gel hemû zext û zoriyan jî bavê wî tu carî dev ji têkoşînê bernedaye. Li Tirkiyeyê bi salan e rewşa girtiyên nexweş di rojevê de ye, lê hê jî ev yek wekî pirgsirêkeke mezin li holê ye. Her sal bi dehan girtiyên nexweş ji ber ku di şert û mercine baş de nayên tedawîkirin û nayên berdan li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Di 3 mehên ewil ên sala 2021'ê de 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî Îsa Gultekîn li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T a Jimare 3'yan ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû.    Gultekîn ku li gel hemû hewldanên malbatê û parêzeran jî nehatibû berdin û ji bo wî hatibû gotin "dikare li ser pêyan bê tedawîkirin", di 13'ê Nîsanê de nerihet bûbû û wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û bi awayekî kelmeçekirî hatibû tedawîkirin û di 23'yê Nîsanê de jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Îsal Gultekîn li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. Gultekînê ku 28 salan di girtîgehê de bû, di sala 1988'an de hatiye binçavkirin û piştî ku 45 rojan bi awayekî dijwar tê îşkencekirin tê berdan. Di sala 1993'yan de li Dîlokê cardin tê binçavkirin. Bi rojan tê îşkencekirin û di bin çavan de jê re dibêjin 'An tu yê bibî sîxur, an jî heya tu sax bî tu yê di girtîgehê de bî." Lê belê Gultekîn sîxurtiyê qebûl nake û tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn.    Kurê wî Azîz Gultekîn (42) behsa têkoşîna bavê xwe û rojên wî yên dawî yên li nexweşxaneyê kir.    DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA    Gultekîn, anî ziman ku bavê wî tu carî neheqî û zilm qebûl nekiriye û got: "Piştî ku bavê min ji gund tê Mêrsînê, li lîmanê dest bi kar dike. Lê dilê wî tim li ser doza kurdî bû. Bavê min di sala 1980'yî de tevgera kurdî nas dike. Piştî vê daxilî nav xebatên siyasî dibe. Piştî hat binçavkirin ji kar hat derxistin, lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda."    Gultekîn, diyar kir ku gava bavê wî hatiye girtin ew 14 salî bûye û got: "Berî bavê min bê girtin polîs tim davêtin ser mala me. Wê çaxê biçûk bûm, tiştekî bi min nedikirin. Lê kekê min derdixistin derve û lê dixistin û gef lê dixwarin. Gef li dêya min jî dixwarin."    TEŞXÎSEKE DERENGMAYΠ   Gultekîn, destnîşan kir ku bavê wî dixwest umrê xwe yê mayî li cem malbata xwe derbas bike û got: "Bavê min bi dehan salan di girtîgehê de ma. Lê rojên xwe yên dawî li cem me derbas nekir. Hem ew hem jî em xemgîn bûn. Lê jiyan bi awayekî dewam dikir."   Gultekîn, da zanîn ku teşxîsa diyatbetê hatiye dayîn û got: "Bijîşk ji bavê min re gotiye, 'An tu Hebatît B yî, an jî diyabet.' Gava çûm cem wî, ji min re got, 'ez dermanê şekir dixwim, diviyabû şekirê min kêm bûbûna, lê bereksê wê zêde dibe.' Her ku çû rewşa bavê min xirabtir bû. Diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê. Bijîşkê li wir jê re dibêje, 'Kî ev teşxîs danîbe, wî bide ber dadgehê. Nexweşîna te, nexweşîneke din e.' Her çû êdî bavê min nikaribû xwarinê jî bixwe û her çû zihîf bû. Paşê cardin wî radikin nexweşxaneyê, vê carê teşxîsa pençeşêrê datînin."    WÎ BER BI MIRINÊ VE ŞANDIN    Gultekîn, bilêv kir ku dêya wî jî ji ber nexweşîna pankreasê jiyana xwe ji dest daye û got: "Ji ber ku ya dêya min teşxîsa wê zû hat danîn, 5 salan jiya. Lê yê bavê min ji ber ku teşxîs dereng hat dayîn, di demeke kurt de jiyana xwe ji dest da. Li nexweşxaneyê teşxîs hat danîn û 45 rojan tedawî bû. Paşê dîsa wî birin girtîgehê. Li girtîgehê bi xwe ve hatibû û baş dibû. Lê me ji bavê min re negotibû nexweşîna te pençeşêr e. Em ketin nava hin hewldanan, lê tiştek bi dest me neket. Ji bo berdana wî gotin, em li benda rapora Saziya Tiba Edlî ne. Lê saziyê bi derengî xist. Bi zanebûnî bavê min ber bi mirinê ve şandin. Heger îhmalkarî nebûna, belkî niha sax bûna û di nav me de bûna."    ‘BAVÊ MIN BERNEDAN'    Gultekîn bibîr xist ku di pêvajoya pandemiyê de girtiyên edlî hatine berdan, lê belê yên siyasî nehatine berdan û got: "Me digot belkî bavê min jî berdin, lê bernedan. Me dixwest hema salek bûna jî li cem me bûna. Bavê min ji bo me çirayek bû. Li cem me bû, rêya me ronî dikir. Lê nebû..."    Kur Gultekîn, destnîşan kir ku heger li Tirkiyeyê hiqûq hebûna, dê niha bavê wî sax bûna û got: "Derbarê nexweşînê de gelek rapor û belge hebûn. Lê tişta ji me re gotin ev bû; 'dikare li ser pêyan bê tedawîkirin.' Tişta kirin tu eleqeya wê bi mirovahiyê re tune ye. Tişta kirin, pêkanînên faşîzan in. Bavê min, ji bo wan dijmin bû. Lê di tu dînekî îlahî de jî tiştekî wiha tune ye."    'JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ BILA BIKE'   Gultekîn, anî ziman ku bavê wî jiyana xwe ji dest daye, lê ji bo girtiyên nexweş ên din jiyana xwe ji dest nedin, ji destê kê çi tê divê bike û got: "Bila her kes ji bo girtiyên nexweş tiştekî bike."    MA / Omer Akin - Mehmet Şah Orûç