Ji ber belgeyekê, 10 roj in girtî nayê berdan 2021-05-08 09:01:22 ANTALYA - Muhammed Kîraz ê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne, li gel cezayê jê re hatibû birîn qediyaye jî bi hêceta ku belgeya ji Dadgeha Bilind were, negihiştiye girtîgehê nayê berdan.  Muhammed Kîraz ê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne, li gel cezayê hefsê yê jê re hatibû birîn qediyaye jî 10 roj in nayê berdan. Kîraz ê di sala 2018’an de li navçeya Alanya ya Antalyayê hatibû girtin, bi îdiya “alîkariya rêxistinê kirinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê jê re hatibû birîn. Li gel ku cezayê Kîraz qediyayê jî bi hêceta belgeya “Pêvajoya girtina wî qediya” ku ji Dadgeha Bilind were, negihiştiye girtîgehê nayê berdan.   ‘KETINE DERDÊ MEXDÛRKIRINÊ’   Dayika Kîraz, Perîhan Yogûrtçû (53) bertek nîşanî neberdana kurê xwe da û wiha got: “Em ji tiştên dibînin û dijîn ferq dikin ku ji bo kesên bawer dikin girîngiyê nadin rêgezên Xwedê. Divê mafê evd berçav bê girtin. Li gorî xwe, ketiye derdê ji aliyê din kî hebe ‘ez ê wan çawa mexdûr bikim.’ Divê ji vê yekê dûr bikevin.”