Komîsyona Jinan a KNK’ê banga rawestandina şer li NATO’yê kir 2021-05-08 10:02:36 NAVENDA NÛÇEYAN – Komîsyona Jinan a KNK’ê ji bo rawestandina operasyonên ku Artêşa Tirk li dijî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re nameyeke vekirî şand û ev bang lê kir: “Em bang dikin ku NATO’yê li prensîbên xwe xwedî derkeve û Tirkiyeyê rawestîne.”   Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), derbarê operasyonên Artêşa Tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê de ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re nameyeke vekirî şand û li dijî operasyonan kampanya îmzeyan da destpêkirin. Komîsyonê, bang li Stoltenberg kir ku li prensîbên NATO’yê xwedî derkeve û operasyonan rawestîne.    Komîsyonê, di nameya xwe de ev tişt nivîsandin:  “Di salvegera qirkirina ermeniyan de Tirkiyeyê peyama qirkirinê daye kurdan. Weke hûn jî dizanin Tirkiye 70 sal e endamê NATO’yê ye. Yek ji rêxistinên herî mezin ên navneteweyî NATO ye. Hêza çareserkirina pirsgirêkan a NATO’yê heye. Her wiha berpirsyariya NATO’yê ya avakirin û parastina aştiyê heye.  Lewre NATO dema ku xwe penase dike dibêje ku nirxên demokratîk teşvîq dike. Di prensîbên xwe de diyar dike ku aloziyan bi rêbazên aştiyane çareser dike. Lê NATO 70 sal e li dijî hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bêdeng e. Tirkiye tenê dagir nake, her wiha li cihên ku dagir dike qirkirina jinan jî pêk tîne.    BIDIN RAWESTANDIN   Desthilata AKP’ê hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî sinorên xwe qirkirina jinan teşvîq dike û pêk tîne. Di serî de li Efrîn, Grê Spî û Serê Kaniyê rêbazen tacîz, tecawiz, talankirin, revandin û qetilkirinê bi kart îne û qirkirina jinan pêk tîne. Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe ya sala 2020’an de van polîtîkayên Dewleta Tirk ên qirkirina jinan weke hêwilnak nirandibû. Polîtîkayên Dewleta Tirk ên dagirkirin û berbelavbûnê li dijî prensîbên NATO’yê ne û Dewleta Tirk bi awayekî aşkera van prensîban bin pê dike. Di vê wateyê de em jinên kurd bang li NATO’yê dikin ku li van prensîbên xwe xwedî derkeve û Tirkiyeyê rawestîne.    Wê ev kampanya îmzeyan di 7’ê gulana 2021’an de li ji aliyê Komîsyona Jinan a KNK’ê ve dest pê kiriye. Wê heta hefteyan ji îmzeyan re vekirîbe. Piştre bi îmzeyan re wê ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê re bê ragihandin.”   Jinên bixwazin xwe bigihînin kampanyayê dikarin vê lînkê bitikînin.