Şaredariya AKP'ê ji bo qeyûmê berê rêyek taybet di goristanê re vekir 2021-05-08 10:21:13 ŞIRNEX - Şaredar'ê AKP'ê yê Elkê Habîp Aşan di goristana li taxa Alî Çavûş de, ji bo qeyûmê berê rêyek taybet vekir û bi vî awayî goristan kir du parçe.      Şaredariya navçeya Elkê ya Şirnexê berî sala 2016'an de di bin rêveberiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) de bû. Di sala 2016'an de Abdulkerîm Ûlaş ê di Miduriyeta Îdarî ya Taybet a Navçeyê de dixebitî û weke nêzî Qeymeqamê Navçeyê Kadîr Guntepe dihat naskirin, weke qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Şaredariya AKP'ê ya Elkê, di nava Goristana Come ya li Taxa Alî Çavûş a navçeyê de ji bo qeyûmê berê Abdulkerîm Ûlaş rêyek taybet vekir û goristana kevnar kir du parçe.    Welatiyan, diyar kirin ku ji ber kevinbûna goristanê êdî miriyên xwe lê nevedişartin û gotin, rêya di goristanê de çêkirin, tenê ji bo qeyûmê berê Abdulkerîm Ûlaş hatiye çêkirin. Welatiyan, îdîa kirin ku di bin rêya ku hatiye çêkirin de, gorên mirovan hene.   Li gorî wêneyên hatin bidestxistin jî, rêya di goristanê de hatiye çêkirin, heya ber mala Ûlaş diçe û li gel van hemûyan jî şaredariya AKP'ê ev rêya taybet ji bo qeyûmê berê Ûlaş çêkiriye. Hat destnîşan kirin ku xebatên çêkirina rê di nava 2 mehan de hatine qedandin.