Ji bo girtiyê nexweşiya dil Abî banga berdanê kirin 2021-05-08 13:52:48   ENQERE – Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyê nexweş ê giran Ebedîn Abî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bunyanê ya Qayseriyê dimîne, banga berdanê kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 348’emîn de ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên enxweş bi awayekî online civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen aixivî . Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Ebedîn Abî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyanê ya Qayseriyê dimîne.    NEXWEŞIYA WÎ BI PÊŞ DIKEVE   Çevîrmen, diyar kir ku di 5 demarên dilê Abî de xitimandin hene û wiha got: “Li gel ku Abî nexweşê şekir e jî wî nabin kontrolê. Ji ber vê nexweşiya wî bi pêş dikeve. Di heman demê de nexweşê tansiyona bilind e jî. Timik dermanan bi kar tîne. Mehek berê anjiyo bûye. Dilê wî timik dêşê. Her cara ku diçe nexweşxaneyê wî dikin qawişa qarantînayê. Ji ber nexweşiya xwe 60 roj in di qarantînayê de maye.”   BANGA BERDANÊ   Di berdewamê de Çevîrmen, destnîşan kir ku Abî demeke dirêj e nexweşiya dil dijî û her ku diçe nexweşiya wî giran dibe û bang li rayedaran kir ku Abî bê berdan.