Îkîzdereyî: Dê êdî ev der tenê kevir bin 2021-05-08 14:36:22   RÎZE - Îkîzdereyiyên bi rojan e li dijî kana keviran li ber xwe didin bal kişandin ser tahrîbata ku di encama de xebatan de derkeve holê û wiha gotin: “Dê êdî ev der tenê kevir bin.”   Nobeta gundiyan a li kana keviran ku ji aliyê Cengîz Înşaetê ve li navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê tê çêkirin, di roja 17’emîn de berdewam dike. Ji ber ku makîneyên kar kavilên xebata xwe avêtine Eskencîdereyê ku ava vexwarinê ya gundiyan jê tê, hatibû girtin. Xebatkarên şîrketê yên duh şev ketin nav zeviyên gundiyan bi boriyan av kişandin gund û di saetên serê sibê dîsa dest bi kar kirin. Deriyê kana kevir bi deriyê hesin hat girtin. Di deriyê ku peywirdarên ewlehiya taybet û esker li ber disekinin de tenê parlementer dikarin derbas bibin.   Parlementerê CHP’ê yê Samsûnê Kemal Zeybek û şandeya pê re, hatin gund. Zeybek bi gundiyan re axivî û pişt re çû qada xebatê. Zeybek, ji bo demekî kurt maşîneyên kar dan sekinandin û anî ziman ku ji bo komkujiya xwezayê ya tê kirin bê rawestandin tişta ji destê wan tê wê bikin.   ‘DÊ ÊDÎ KEVIR BE’   Gundiyan, anî ziman ku noxteya dawî ku maşîneyên kar hatinê sûlava li newalê ye. Gundiyan, diyar kir ku wê sûlav jî heta çend rojan tune bibe û wiha gotin: “Em li vê derê mezin bûn, em wan rojên ku diketin avê û avjenî dikir qet ji bîr nakin. Lê niha av jî nîne. Dê êdî ev der tenê ji kevir bin.”    Gundiyekî din jî diyar kir ku bi şevan jî dihatin ji çem masî digirtin û wiha got: “Dema ez van deran dibînim gelek xemgîn dibim. Zarokatiya min çû.”