Xwestin bersûcên Halîl û Kasim Alpsoy bên derizandin 2021-05-08 14:41:53   STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta du pismanên hev Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ên li du bajarên cuda, di navbera 6 rojan de hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn û xwestin bersûcên wan bên darizandin.    Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta windayên xwe bipirsin, bersûcên wan bên dîtin û cezakirin, di hefteya 841'emîn de çalakiya xwe li ser hesabên xwe yên medya civakî, li dar xistin. Dayikan di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta du pismanên hev Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ên li du bajarên cuda di navbera 6 rojan de hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.    JI BO ÎFADE DAYÎNÊ ÇÛBÛ    Fikiya Alpsoy, diyar kir ku di sala 1994’an de, hevjînê min di dema nîvê şevê de ji mêvantiyê vedigeriya malê hat binçavkirin û wiha got: “Dûre me carek din agahî jê negirt. 3 kes bi kincên polîsan hatin. Gotin ku ‘Helîl ji bo îfade dayînê, em ê te bibin qereqolê.’ Halîl jî kilîda wesayîta xwe da min û çû. Ez li bendê mam, lê nehat. Di saetên serê sibê de ez çûm qereqolê. Min got polîsan şevê din hevjînê min binçav kirin. Lê ji min re gotin; ‘Şexsekê wiha nehatiye binçav kirin.’ Tu qereqol naman ku lê negeriyam. Min bi dehan daxwazname nivîsandin. Lê hemû daxwaznameyên hatin redkirin. Heya ku ez saxbim ezê têkoşîna xwe dewam bikim.”    ‘EM Ê DEST JÊ BERNEDIN’   Hevjîna Kasim Alpsoy Erdogan Alpsoy jî, dest nîşan kir ku hevjînê wê Kasim berî 26 salan hat binçavkirin û wiha axivî: “Ji wê rojê û şûnde me tu agahî jê negirt. Em dixwazin bizanibin ku saxe yan jî miriye. Bi zen nekin ku me dev ji lêgerîna xwe berdaye û bûyer ji bîr kiriye. Heya dawiya emrê xwe emê ji bîr nekin. Emê tu carî dev ji lêgerîna xwe bernedin.”   Dûre ji mirovên Şemiyê Çîgdem Demîrbîlek metna çapemeniyê ya vê hefteyê xwende. Demîrbîlek, diyar kir  ku Halîl Aksoy di 12’ê Gulana 1994’an de hat binçavkirin û wiha got: “Piştî 18 rojan ji ber îşkenceyê di rewşekê nedihat naskirin de hat dîtin. Birayên Aksoy, ew ji şopa li ser destê wî teşhîs kirin. Piştî binçavkirina Halîl Alpsoy heftiyekê, polîsan vê carê bi ser mala kurê apê wî Kasim Alpsoy a li Edeneyê de girtin. Polîsan 18’ê Gulana 1994’an de Kasim Alpsoy ê 30 salî binçav kirin. Kasim li Qereqola Eskerî ya Navçeya Seyhanê, rastî lêpirsîna kesên îstixbaratvan jî di nava wan de hat. Kasim heman rojê hat berdan. Lê nasnameya wî nedanê û ji re gotin, ‘sibe were, nasnameya xwe bigire.’ Roja din Kasim çûm nasnameya xwe ji qereqolê bigire. Lê Kasim carek din ji wê avahiyê derneket.”   WINDAKIRIN BÛYE SIYASET FERMÎ   Demîrbîlek, da zanîn ku binçavkirina her du pismaman heya roja îro jî li aliyê dewletê ve tê înkar kirin û wiha bi dawî kir: “Saziyên dewletê ew binçav kirin. Bi îşkenceyê di lêpirsînê re derbas kirin. Erka xwe ya lêpirsîn û lêkolînkirina windayan, bi cih ne anîn. Ji ber ku windakirina mirovan a dibin çavan de, li ser vê axê, bûye siyaseta fermî. Lêgerîna heqîqet û edaletê ya xizmên windayan, hat astengkirin.”