Gardiyanan li Girtîgeha Amedê tiliyên girtiyekî şikandin 2021-05-08 16:41:41 AMED - Hat diyarkirin ku gardiyanan tiliyên destê girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Amedê dimîne, şikandine.    Hat destnîşan kirin ku gardiyanan tiliyên destê girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Amedê dimîne, şikandine. Malbata Ozcan a ku duh bi telefonê bi kurê xwe re axivîne ev agahî parve kir: “Lawê me ji me re got, gardiyanan beriya çend rojan li wî dane û tiliyên destê wî şikandine.”    TELEFON 3 CARAN HAT BIRÎN   Malbata Ozcan, da zanîn ku di dema hevdîtina telefonê de 3 caran telefon hatiye birîn û diyar kir ku li dijî tundiya li kurê wan hatiye kirin serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Baroya Amedê dan. Malbata Ozcan, da zanîn ku ji bo xetereya jiyana kurê xwe bi fikar in û anî ziman ku tu aliyê hiqûqî û mirovî yê tundiya ku pêk hatiye nîne.