281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-08 20:51:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 18 hezar û 52 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 281 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 18 hezar û 52 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 42 hezar û 746 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 16 hezar û 141.