ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-09 09:00:08   * Sûltan Deyîş ku hevjînê wê û keça wê girtî ne, 29 sal in girtîgeh bi girtîgeh digere. Deyîş, anî ziman ku Roja Dayikan ji bîr kiriye û got: "Roja ku şer bi dawî bibe û em bigihên zarokên xwe, dê wê rojê bibe Roja Dayikan."    * Hiqûqnasan nepêkanîna qanûnên derbarê mafên jinan de rexne kirin û gotin: "Ev polîtîka xwe dispêre Serdema Navîn û encama helwesta terîqat û cemaetên paşverû yên dijminên jina ye."   * Zekî Kayar ku cezayê muebedê lê hatiye birîn, ji ber ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger, cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Lê cezayê dîsîplînê bi bi sûcê "greva rojiya mirinê" li Kayar hatiye birîn.    * Dayikên ku kêlikeke gorên zarokên wan jî tune ne û ne li benda gul an jî kulîlkekê ne gotin: "Heya aştî û demokrasî neyê, ji bo me rojeke bi navê Roja Dayikan tune ye."    * Li Çewligê bi hinceta ku xwendekar nikaribûne têkevin EBA'yê meaşê meha Nîsanê yê mamosteyên biheq 50-150 TL hatiye razandin. Egîtîm-Senê destnîşan kir ku ya ku hatiye kirin neheqî ye û bang li mamosteyan kir ku doza heqê xwe bikin.    * Endamê OHD'î Erhan Çîftçîler ku rewşa girtiyên bi hinceta "ne li gor rewşa baş e" nayên berdan nirxand, destnîşan kir ku tişta tê kirin ne hiqûqî ye û mirov bi karekî îdarî cara dudoyan tên cezakirin.    * Esnafên Wanê, biryara Wezareta Karên Navxweyî ku heya 17'ê Gulanê li marketan ji xeynî pêdiviyên sereke firtoina berên din qedexe kiriye, wekî biryareke "eletewş" nirxandin.    * Li Edeneyê pîvazên hatin çandin li nav erd riziyan. Serokê ZMO'ya Edeneyê Feyzûllah Korkût, destnîşan kir ku pêdivî bi polîtîkayeke hilberandinê ya plankirî heye.    * Halîme Kahraman ku gava 15 salî bûye malbata wê, bi darê zorê wê bi kesekî 30 salan jê mezintir re zewicandiye, got: "Zarokên wî bi qasî min bûn. Ma min ê çi bikira. Pir zor bû. Bila jinên niha ne wisa bin, bila ji bo jiyana li gor dilê xwe li ber xwe bidin."    * Dêyên Buşra Yabaşkûl û Ceyda Yuksela hatin kuştin, ne li benda pîrozkirina Roja Dayikan, li benda edaletê û hesabdayînê ne.    * Hunermendê herêmî Metîn Kiliçaslan, ji ber ku gotibû "li taxa me dawet heye", ev gotina wî wekî "şîfreya rêxistinî" hatibû hesibandin û ji ber vê 7 sal û nîv ceza lê hatibû birîn. Ji ber ku Dadgeha Bilind hîn jî derbarê dosyeyê de tu biryar nedaye, 6 sal in Kiliçaslan girtiye û nayê berdan.    * Li Nisêbînê ciwanekî ku ketiya nav tora tiryakê, diyar kir ku hedef bi taybetî ciwan in û derbarê kesên di nav vê torê de agahiyên girîng parve kirin.    * Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" ya li ber Edliya Rihayê, wê di roja 62'emîn de dewam bike.