Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin 2021-05-09 09:04:31 ENQERE - Hunermendê herêmî Metîn Kiliçaslan, ji ber ku gotibû "li taxa me dawet heye", ev gotina wî wekî "şîfreya rêxistinî" hatibû hesibandin û ji ber vê 7 sal û nîv ceza lê hatibû birîn. Ji ber ku Dadgeha Bilind hîn jî derbarê dosyeyê de tu biryar nedaye, 6 sal in Kiliçaslan girtiye û nayê berdan.    Metîn Kiliçaslanê ku 6 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Bandirmayê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, dihat payîn di 15'ê Nîsana 2021'ê de bi awayekî şertî bihata berdan. Lê ji ber ku Dadgeha Bilind derbarê dosyeya wî de tu biryar nedaye nayê berdan.    Kiliçaslan, hunermendekî herêmî ye û li dawetan distriya. Ji 5'ê Hezîrana 2015'an ve girtiye. Bi hinceta ku tevli Newrozê û mîtîngê HDP'ê bûye derbarê wî de îdianame hatiye amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bi sûcên cur bi cur bi giştî 12 sal ceza li Kiliçaslan birîbû. Lê piştî ku parêzerê wî îtiraz kiribû, ji sûcên wekî "astengkirina peywira peywirdarê cemaweriyê", "tevlîbûna meş û cîvînên dijî qanûnê", "bi madeyên teqemeniyê û talûke tevlîbûna civîn û xwepêşandanan" û ji ber nepeydakirina delîlan di qeydên telefonan de beraet kiribû. Lê belê heman dadgehê bereksê biryara beraetê bi awayekî nakokî tevegeriyabû û tenê qeydên telefonê ji xwe re kiribûn delîl û bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 7 sal û nîv ceza li Kiliçaslan birîbû.    Piştî ku dadgeha îstinafê jî cezayê navbirî pesend kiribû, parêzerê Kiliçaslan serî li Dadgeha Bilind dabû. Dosyeya Kiliçaslan hê jî li Dadgeha Bilind e.    ŞÎFREYA RÊXISTINΠ   Dadgehê ji bo cezayê li Kiliçaslan birîbû wekî delîl tenê tapeyên telefonê nîşan dabûn. Wê demê Kiliçaslan bi telefonê bi hevalekî xwe re axifiye û di axaftinê de gotiye "li taxa me dawet heye", "belê dizanim". Dadgehê jî ev gotin wekî "şîfreya rêxistinî" hesibandine.    NAYÊ BERDAN    Parêzerê Kiliçaslan Cîhan Toprak, diyar kir ku di dosyeya Kiliçaslan de ji xeynî qeydên telefonê tu tişt tune ne. Toprak, anî ziman ku Dadgeha Bilind cezayê Kiliçaslan pesend bike jî dîsa wê bê berdan û got: "Ji ber ku di dosyeyê de hikmekî teqezbûyî tune ye, nayê berdan. Ceza nayê înfazkirin. Kiliçaslan ne hikumxwar e. Lewma nikare sûdê ji qanûna înfazê bigire. Dadgeha îstinafê derbarê Kiliçaslan de, biryara derbarê qeydên telefonê de xera kir. Lewma em li bendê ne di vê de heman tişt çêbibe."    Toprak, da zanîn ku di dosyeyê de tevî Kiliçaslan 6 jê girtî 26 kes hene û got: "Dadgeha Bilind karê xwe nake. Heger Dadgeha Bilind derbarê dosyeyê de biryarê bide, dê Metîn kiliçaslan bê berdan. Min daxwazname ji Dadgeha Bilind re şand. Min rewşa ragihand, lê hê jî biryarek nehatiye dayîn."    MA / Dîren Yûrtsever