Dayika Ayşe Gokkan: Xelata wê ya herî mezin têkoşîna wê ye 2021-05-09 10:57:25   RIHA – Dayika yek ji sembolên têkoşîna jinan Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan Lutfiye Gokkan, bal kişand ser Roja Dayikan û got: “Xelata wê ya herî mezin, têkoşîna wê ye. Divê serê dayikên zarokên wan têdikoşin her tim bilind be.”    Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ku jiyana xwe fedayî têkoşîna jinan kiriye, 83 caran ji bo vê hat binçavkirin û herî dawî di 28’ê Çileyê de hat girtin û niha li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê dimîne Roja Dayikan ji dayika xwe dûr derbas kir. Dayika Ayşe Gokkan Lutfiye Gokkan, têkildarî Roja Dayikan axivî û diyar kir ku ew her tim hêz ji têkoşîna keça xwe girtiye.   Dayik Lutfiye Gokkan, têkoşîna keça xwe bi bîr  xist û wiha got: “Xelata keça min a herî mezin a ji bo min, têkoşîna wê ye. Divê serê dayikên zarokên wan têdikoşin her tim bilind be.”    HIQÛQA DIJMINANTIYÊ   Bi boneya Roja Dayikan me Luftiye Gokkan li mala wê ziyaret kir. Gokkan, di nava rojê de, piraniya demê xwe bi xwendina pirtûkan derbas dike û niha jî pirtûka Denîzer Şanli ya “Hiqûqa Ceza ya Dijmin” (Düşman Ceza Hukuku) dixwîne. Dayika Gokkan, sedema tercihkirin vê pirtûkê wiha rave kir: “Keça min Ayşe gelek caran hat binçavkirin. Derbarê wê de ji 200 zêdetir lêpirsîn hatine destpêkirin. Ji bo ku ez van hemûyan fêm bikin, min dest bi vê pirtûkê kir.”   Gokkan, diyar kir ku wê tu carî Roja Dayikan bi keça xwe re derbas nekiriye û wiha got: “Min tu carî Ayşe di rojên teyabet de li gel xwe nedît. An girtîbû, yan jî li cih û xebatên xwe yên têkoşînê bû. Bi awayekê fîzîkî em her tim ji hev dûr bûn, lê her tim li min digeriya û ev roj li min pîroz dikir. Min gelek caran dixwest li gel min be, ez wê hembez bikim û destê xwe di serê wê de bînim.”   ‘SERÊ MIN BILIND KIR’   Dayika Gokkan, anî ziman ku serê wê bi têkoşîna keça wê bilinde û wiha bilêv kir: “Hevaltiya wê pir xweş bû. Em weke du hevalên hev bûn. Hem keça min bû û hem jî hevala min bû. Ez her tim di dilê xwe de hîs dikim. Navbera wê û hemû hevalên wê baş bû. Min zarokên xwe mîna, zarokên xelkê mezin nekirin. Min ew bi lorîkan mezin nekirin, bi dirûşmeyan mezin kirin. Ayşe pir ket girtîgehê û derket. Ji bo têkoşîna xwe tu carî serê xwe ne tewand. Ji berk u wê serê xwe netewand, serê min jî her tim bi wê bilind bû.”    XELATA WÊ YA HERÎ XWEŞIK   Gokkan, dest nîşan kir ku bi keça xwe re hevala têkoşînê bû û wiha pê de çû: “Ez jî parçeyekê vê têkoşînê me. Dema ez mirim, bila li ser kevirê gora min ‘ez deyndarê partiya xwe û demokrasiyê me’ binivîsin. Mîna dayikekê min pir dixwest ku Ayşe niha li gel min be. Lê ew têdikoşe. Ew niha li şûna min jî têdikoşe. Ji ber vê xelata wê ya herî mezin û xweşik a ji bo min têkoşîna wê ye. Divê serê dayikên zarokên wan têdikoşin her tim bilind be. Xwedî li têkoşîna zarokên xwe derkevin. Têkoşîna wan ji bo me şeref û rûmete. Lazime hemû dayik wiha tevbigerin. Em dizanîn hemû dayik hêzê ji hev digirin.”    'DAYIKAN ÎHMAL NEKIN’   Dayika Gokkan, diyar kir ku ew hêvî dike, roja dayikan a “dilşikestî” derbas dibe, bi têkoşîna jinan veguhere rojek dilşad û wiha bi dawî kir: “Ji têkoşîna jinan ditirsin. Ev tirsekê ji rêzê nîne. Niha ew ji xwe re difikirin ku ‘em çiqas jinan bigirin, em ê ewqas wan bitîrisin,’ lê dema jinek tê girtin, bi dehan jin têkoşîna wan berdewam dikin. Ez bang li hemû jinên têkoşer dikim, dayikan îhmal nekin û wan her tim bînin bîra xwe. Dayika dixwazin ku bên bibîranin. Bi boneya Roja Dayikan ez serkeftinê ji hemû têkoşeran re dixwazim.”   MA / Emrullah Acar