Sozên xwe negirtin, dosyeya Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê girtin 2021-05-09 11:25:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind, dosyeya derbarê windakirina Cemil Kirbayir de hatibû vekirin û Serokkomar Erdogan soza “lêkolînkirina bûyerê” da bû dayika wî Berfo Kirbayir, bi hinceta demboriyê, girt.   Cemil Kirbayir rojek piştî darbeya eskerî ya 12’ê îlona 1980’iyan li ber mala xwe ya li gundê Okçû ya Erdexanê hatibû binçavkirin û dûre têkildarî aqûbeta wî tu agahî nehatin bi dest xistin. Di sala 2014’an de, biryara lêpirsîna ji nû ve lêkolînkirina binçavkirin û windakirina Cemîl Kirbayir hatibû dayîn. Li gorî nûçeya Kemal Goktaş a di Kisa Dalgayê de, Dadgeha Bilind, biryara ji nû ve lêpirsîna bûyera Kirbayir a Dadgeha Cezayê Giran a Erdexanê da bû betal kir û bi hinceta demboriyê dosya girt.    SOZ DA BÛ DAYIKA BERFO   Bi girtina dosyayê re, Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ê ku soza ronîkirina bûyerê  dabû dayika Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir, bi cih ne anî.