Roja ku edalet pêk bê, dê wê rojê Roja Dayikan pîroz bike 2021-05-09 12:19:33   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 62’yemîn a nobeta xwe ya “Edaletê” de, diyar kir roja ku edalet pêk bê, dê wê roja Roja Dayikan pîroz bike.   Çalakiya “nobeta edaletê” ya malbata Şenyaşar di roja 62’yemîn de dewam kir. Malbat ji ber qedexeya derketina kolanan, çalakiya xwe ji 30’ê Nîsanê ve, li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbatê li ser hesabên xwe yên medya civakî, dîmenên Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê yên duh bi boneya Roja Dayikan Emîne Şenyaşar ziyaret kiribûn parve kir. Malbatê di parvekirina xwe de, wiha got: “Îro roja dayikane…lê du zarokên wê di nexweşxaneyê de hatin qetilkirin. Zarokekê wê yê din jî di encama zexta siyasî ya li ser darêzê de, hat girtin, 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Niha di hucreyek yek kesî tê girtin. Roja ku edalet pêk bê, dê wê roja Roja Dayikan pîroz bike. Roja hemû dayikên me pîroz be.”