Cezayê hucreyê li girtiya ku binpêkirinên mafan vegot birîn 2021-05-09 14:47:11 MÊRDÎN - Garîbe Gezer a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa F a Jimara 1 a Kandirayê dimîne, ji ber ku navê sergardiyan û midurê girtîgehê yê berpirsê binpêkirinên mafên girtiyan di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de aşkere kir, 11 roj cezayê hucreyê lê birîn.   Jina girtî Garîbe Gezer a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa F a Jimara 1 a Kandirayê dimîne, di dema Girtîgeha Qeyseriyê de bû, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kiribû de, ji ber ku navê sergardiyan û midurê girtîgehê yê berpirsê binpêkirinên mafên girtiyan aşkere kiribû û bi hinceta qawîşa xwe ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye ber agir, 11 roj cezayê hucreyê lê hat birîn.    Gezer bi sûcdariya ku agir berdaye koxûşê di 13'ê Adarê de sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa F a Jimara 1 a Kandirayê  hatibû kirin. Piştî ku sirgûnî Kandirayê hate kirin bi hinceta vîrûsa koronayê 10 rojan bi tena serê xwe li qawîşê di karantînayê de hat hiştin û piştî ku ev pêvajo qediya bi rêya telefonê bi malbata xwe re qala binpêkirina mafên mirovan ên li Kayseriyê kirin.   Rayedarên girtîgehê bi hinceta ku navê berpirsiyarê binpêkirinên mafên girtiyan aşker kiribû 11 roj cezayê hucreyê li Gezer birîn.