10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye 2021-05-10 09:01:45 ENQERE - Prof. Dr. Ferîde Acar got vekişandina ji Peymana Stenbolê ji neîmzekirina peymanê bêtir xetereyê dide. Dildara EŞÎK’ê Zelal Ayman jî got wê rêxistinên jinan dev ji peymanê bernedin û dê destûrê nedin ku ser rojeva peymanê were girtin.    Peymana Stenbolê ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan hatibû îmzkirin. Di ser îmzekirina Peymana Stenbolê de 10 sal derbas bûn. Pêşnûmeya Peymanê di 7’ê nîsana 2011’an de li Srazburgê di civîna cîgirên wezîrên Konseya Ewropayê de hat qebûlkirin. Pişt re di 11’ê gulana 2011’an de civîna Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê li Stenbolê hat lidarxistin û û peyman hat îmzekirin û ji ber li Stenbolê hat îmzekirin navê wê jî wek Peymana Stenbolê hat ziman.     Ewilî Tirkiyê di 11’ê gulana 2011'an de peyman îmze kir û bû ew welatê ewilî ku li Meclîsê peymanê pejirand. Di vekişandina ji Peymanê jî bû ew welatê ewil. Vekişanina ji Peymanê li ser ferman ango îmzekirina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di nîvê şevekê de pêk hat. Biryara vekişîna ji Peymanê wê ji ‘ê tîrmehê şûn ve bikeve meriyete.    Seroka ewil a Grûpa Pisporên Li Dijî Tundiya li Ser Jinan û Tundiya li Hundirê Malê (GREVIO) Prof. Dr. Ferîde Acar û dildara Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) û xebatkara Komeleya Çareseriyên Mafên Jinan Zelal Ayman têkildarî peymanê ji ajansa me re axivîn.    ‘VEKIŞÎNA JI PEYMANÊ XETERE YE’    Prof. Dr. Ferîde Acar diyar kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê ji bo tevahiya Tirkiyê wê bandorek neyînî nîşan bide û got: “Ev peyman ji bo mafê mirovan peymanek bingehîn e. Bi taybetî jiyan û hebûna jinan diparast. Tirkiye ewilî alîgirê peymanê bû û pişt re jî vekişîna wê dê wek rewşek neyînî were şîrovekirin. Vekişîna ji peymanê ji neîmzekirina peymanê bêtir xetere ye. Ev di warê jinan de jî wek tiştek talûke tê dîtin. Ev peyman tenê ne ji bo Tirkiyê hatiye amadekirin. Peymanek tevahiya Ewropayê ye. Vekişîna ji Peymanê wê tundiyê û xetereya kuştin û tundiya li ser jinan bêtir zêdetir bike.”    ‘EM Ê DEST JÊ BERNEDIN’    Zelal Ayman jî destnîşan kir ku vekişîna biryara ji Peymana Stenbolê wek “paşde çûyîna rewşa awarte” nirxand û got: “Ev peyman li dijî tundiyê û cihêkariya jinan bû. Peyman ji bo Tirkiyê astek mezin dida nîşandan. Vekişîna ji peymanê ji me re hat gotin ku em dest ji wekheviyê berdidin û bi hişmendiya paş ve dadikevin. Ev peyman ji bo mafê jinan û zarokan gelek girîng bû. Dema meriv li erêniyê peymanê dinêre û vekişîna ji peymanê dinêre ji bo Tirkiyê windahiyek pir mezin e. Em dixwazin peymanê bi paş ve bînin. Em ê her tim vê di rojevê de bigirin. Ji bo peymanê em bi gelek grûp û platforman re di nava tevgerê de ne. Em ê wek rêxistinên jinan dest jê bernedin û em ê destûrê nedin ku peyman ji rojeva Tirkiyê were derxistin.”    MA/ Zemo Aggoz