Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne 2021-05-10 09:02:34   WAN - Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç anî ziman ku operasyonên dersînorî neçareserî ne û heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê krîzên aborî, siyasî û civakî jî ji Tirkiyê neqedin.    Operasyona leşkerî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya di 23’yê nîsanê de li dijî deverên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve da destpêkirin, didome. Bi vê operasyonê re li gelek herêmên bakurê Kurdistanê jî operasyonên leşkerî hatin destpêkirin. Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç operasyonan nirxand û destnîşan kir ku di serî de pirsgirêka kurd û gelek pirsgirêkên li Tirkiyê bi operasyonên leşkerî wê neyên çareserkirin.    MANTIQA ŞER    Kamaç anî ziman ku serdestên li Rojhilata Navîn bi feraseta ku dixwazin yên ji xeynî xwe tune bikin tevger dikin û wiha got: “Ji ber vê yekê her tim serî li operasyon û şer didin. Ev yek ji bo Tirkiyê jî derbasdar e. Li Tirkiyê nêzî 60 sal in li gel ku tecrûbeya demokasiyê heye jî lê hêj di polîtîkaya şer, tundiyê de tê israrkirin û bi mantiqê yê li hember xwe tunekirin tevdigerin. Hêj li şûna rêbazên çareseriyê yên demokratîk di mantiqa tundiyê de tê israrkirin.”    ‘PIRSGIRÊKA KURD BI RÊBAZÊN DEMOKRATÎK DIKARE WERE ÇARESERKIRIN’    Kamaç destnîşan kir ku di serî de pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên li Tirkiyê bi rêbaza şer û operasyonan nayê çareserkirin û got: “Ev şer pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî hin bêtir kûr dikin. Şerê li dijî kurdan welat bênefes dihêle. Krîzan kûrtir dike. Pereyê gel bi şer tê xerckirin. Dibêjin ku 128 milyar dolar di bin navê ‘têkoşîna terorê’ de ji bo SÎHA’yan hatiye xerckirin. Naxêr ev 128 milyar dolar ne li ser van operasyonan hatiye xerckirin. Tişta ku ji daxuyaniyên wan derdikeve holê ev e; heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin hûn ê nikarin welat ji krîza aborÎ rizgar bikin. Ji ber polîtîkaya zextên di çend salên dawî de li Tirkiyê krîz û pirsgirêkên pir mezin ên siyasî, civakî û aborî rû dan. Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, wê krîzên aborî, siyasî û civakî jî neyên çareserkirin. Tekane rêyek vê heye. Ew e ku pirsgirêka kurd bi rêbazên adilane û demokratîk were çareserkirin.”    MA / Cemîl Ûgûr