Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir 2021-05-10 11:02:11   ENQERE - Li Enqereyê Mehmet Erdogan, hevjîna xwe Zeynep Erdogan kuşt û zarokê xwe yê 14 salî jî birîndar kir.    Mehmet Erdogan, hevjîna xwe Zeynep Erdogan a pispora welidandina jinê, kuşt. Di bûyera ku li Taxa Mûtlûkent a li navçeya Çankaya ya Enqereyê pêk hat de faîl, zarokê xwe yê 14 salî jî giran birîndar kir. Faîlê ku piştî cînayetê reviya, li Umîtkoyê di erebeya xwe de hat girtin.