ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye? 2021-05-10 13:40:55 ŞIRNEX – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê derbarê rewşa Firat Şîşman ê HGP’î yê bi birîndarî hat binçavkirin û 31 rojin agahî jê nayê girtin de, daxuyanî da û banga pêkanîna hiqûqê li rayedaran kir.           Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, derbarê rewşa endamê HPG’ê Firat Şîşman ê di operasyona 10’ê Nîsanê de li Herêma Besta ya Şirnex û Sêrtê bi birîndarî hatibû girtin de, daxuyanî da. Ji bo Şîşman berî operasyonê hatibû gotin ku jiyana xwe ji dest da ye, lê dûre Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû aşkere kiribû ku Şişman dijî. Civîna çapemeniyê bi onlînê hat lidarxistin.    Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, malbat û parêzerên Şîşman beşdarî civînê bûn.   YOLERÎ: FIKAR Û GUMAN ZÊDE DIBIN   Yolerî, diyar kir ku derbarê rewşa Şîşman de agahî ji bo malbat û parêzerên wî nehatiye dayîn. Yolerî, da zanîn ku ev rewş fikaran zêdetir dike û wiha axivî: “Agahî nedana malbat û parêzeran, qedexeya îşkenceyê îhlal kirine. Divê rayedar, demildest, van mafên hiqûqî bi cih bîne û agahiyek zelal bibin mal û parêzeran.”   Xwişka Şîşman Leyla Kiliç jî, anî ziman ku ji mehekê zêdetire, bi tu awayî agahiyê ji birayê xwe nagirin û wiha got: “Em çûn Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê me teşxîsek nekir. Ji ber vê me mînaka xwînê ji bo testa DNA’yê da. Têkildarî encamê hîna tu bersiv nehatiye dayîn. Dûre agahiya ku birayê min saxe gehişt me. Ligel ku mehek zêdetir dem derbas bû jî,  tu agahî ji bo me nehatiye dayîn. Her roja diçe fikarên me zêdetir dibin.”   KAR Û BARÊN BINÇAVKIRINÊ NEHATINE KIRIN   Parêzera malbatê Newroz Ûysal jî, dest nîşan kir ku ligel ku Şîşman ji mehek zêdetire dibin çavan de ye, hîna jî bi tu awayî kar û barên binçavkirinê nehatine dest pê kirin. Ûysal, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ligel ku tê zanîn Şîşman saxe jî, agahî ji bo malbatê nayê dayîn. Me bi Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hevdîtin kir û xwest derbarê pêvajoya hiqûqî de agahî bibin me. Ji ber ku biryara veşartinê di dosyayê de heye, agahiyê nadin me. Em li dijî hiqûqê ye. Çawan ku kesek bê binçavkirin, divê derbarê wî/wê de kar û barê binçavkirinê dest pê bike. Ewil gotin jiyana xwe ji dest daye, dûre dest nîşan kirin ku di lêpirsînê de ye, niha jî dibêjin di beşa lênêrîna awarte de ye. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Şirnexê got ku Şîşman di 9’ê Nîsanê de hatiye binçavkirin û naxwaza hevdîtinê bi malbat û parêzeran bike. Ji ber vê girtek pê dane îmzekirin. Lê çawan dibe ku kesekî di lênêrîna awarte de, karibe girtekê îmze bike? Em baş dizanîn ku di demên îşkenceyê de ev rêbaz tên bikaranînn. Niha derbarê rewşa Şîşman de pêvajoyek li dijî hiqûqê tê bi rêve birin.”   Piştî axastinê daxuyanî li ser navê malbat û parêzerên Şîşman, hat weşandin. Di daxuyaniyê de, hat xwestin ku derbarê Şîşman de agahî ji bo malbat û parêzerên wî bên dayîn û ev rewşa bêhiqûqî ji holê bê rakirin.   Di dawiya daxuyaniyê de, ji bo ku pêkanînên li ser Şîşman bi dawî bibin, banga hestiyariyê li raya giştî hat kirin.