Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin 2021-05-10 16:18:33 ANTALYA - Li navçeya Manavgatê, jina berastenga zîhnî Hafîze Bakir, di qefesa hêsin de mirî hat dîtin. Li Taxa Ûlûkapı ya  girêdayî navçeya Manavgat a Antalyayê, jina 26 salî Hafîze Bakir di qefesa hêsin a malê de mirî hat dîtin.   Hat diyarkirin ku malbata Bakir ev qefesa hêzin ji bo wê amade kiriye û demek dirêj bû di qefestê de dihat girtin. Jinan berastenga zîhnî Hafîze Bakir, îro saet 11.00 di qefesê de mirî hat dîtin. Ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan piştî agahî dayînê hatin cihê bûyer. Ekîban di lêkolîna kirin de, dan zanîn ku Hafiz Bakir jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Hafîze Bakir ji bo otopsiyê, ji Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê re hat şandin. Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hat kirin.