‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan 2021-05-10 16:30:32   AMED - Peykerên ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ligel xebatên peyzajê bi 4 milyon û 412 hezar lîreyan hatin çikandin, hem bû mijara pêkenokê hem jî bû mijara bertek nîşandanê.    Peykerên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de, li Xaçerêya Yonca ya li Balafirgeha Amedê çikandin, li bajêr bû mijara nîqaşê. Peykerên bazinê hêsîr, zarokê ku di nava zebeş de, tîma folklorê ya govendê digerîne û kesê ku tepsiya qedayif nîşan dide ên li çar noxteyên xaçerêyê hatin çikandin, li ser hesabên medya civakî hatin parvekirin. Di parvekirinan de bertek nîşanî qeyûmê ku peyker dane çêkirin hat dayîn. Welatiyên ku çûn balafirgehê li hemberî dîmenên ku dîtin matmayî man û bi telefonên xwe wêne kişandin.    4 MILYON 412 HEZAR LÎRE HAT XERCKIRIN    Rêveberiya qeyûm ji bo peykerên ku tu eleqeya wan bi çand û mîmariya Amedê re tune ne û xebatên peyzajê yên xaçerêyê 4 milyon û 412 hezar lîre xerc kir.    BÛ MIJARA PÊKENOKÊ   Peykerên ku bûn mijara axaftinê di twîtterê de xaleke rojeva sereke bûn. Bi taybetî zarokê ku di nava zebeşî de şibandin damezrînerê Çîftlîk Bankê Mehmet Aydin ê bi 500 milyon lîreyan ve winda bûyî.   Ji bo peykerên pênasekirinên wek "sosret" hatin kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye jî parvekirineke ku bertekê re rûbirû bimîne kir. Şaredariyê wêneyê peykerê zebeş parve kir û wiha got: “Hûn jî wêneyekî zarokê xwe yê bi zebeşê Amedê ve hatiye kişandin bişînin ku em biweşînin. Bila alem zebeşan bibîne.” Bikarhênerên medya civakî diyar kirin ku tu eleqeya peykeran bi çand û mîmariya bajêr re nîn in û xwestin ku peyker bên rakirin.    Bertekên hin bikarhêneran wiha ne:    "@eylulbirsus: Bawer im Melîh Gokçek weke qeyûm tayînî Amedê hatiye kirin.    @Cumadass: Ev peykerên ku ji estetîkê para xwe negirtine bi pêkonokan nikarin bên eşkerekirin. Ev hemû karên qeyûman zêkeirina fatûrayan e.    @gezgin_ruh9: Qaşo ev tiştê sosret yê danîne xaçerêya Balafirgeha Amedê, ji bo vî bajarî temsîl bike danîne.    @unplugged61: Ev tiştê sosret li xaçerêya Balafirgeha Amedê hatiye danîn! Rezalet di destê wan de maye! Hûhû!”