Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da 2021-05-11 08:32:56   NAVENDA NÛÇEYAN - MSB'ê diyar kir ku li Idlibê di êrîşa bi roket a li dijî konvaya eskerên wan de, eskerekî wan jiyana xwe ji dest daye û 4 eskerên wan jî birîndar bûne.    Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê (MSB), diyar kir ku li Herêma Tevgera Mertalên Biharê ya Idlibê  duh li dijî karwana îkmalê ya eskerî, êrîşek bi roket pêk hatiye. MSB'ê da zanîn ku di êrîşa bi roketê de eskerekî wan mir û 4 eskerên wan jî birîndar bûne.