Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin 2021-05-11 09:04:33 ŞIRNEX - Di nav 7 salan de ji ber axaftina kurdî 17 êriş li dijî welatiyên kurd pêk hatin û di van êrişan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nivîskar û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî, êrişan weke şerê li dijî hebûna kurdan pênase kir.  Li Tirkiyeyê, di polîtîkayên pişaftinê de tu guhertin çênebûne û her ku çûye êrişên li ser kurdî zêdetir bûne. Di serdema desthilata AKP’ê de ev êriş û polîtîkayên pişaftinê derketin asta herî jor û ji ber axaftina bi kurdî gelek êriş li dijî kurdan pêk hatin. Di 7 salên dawîn de ji ber axaftina bi kurdî, li bajarên Tirkiyeyê û li saziyên dewletê yên başarên herêmê li dijî welatiyên kurd 17 êriş pêk hatin. Di van êrişan de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.    ÊRIŞÊN LI ZIMANÊ KURDÎ   Bûyer û navê kesên ku êriş li wan hatiye kirin, bajarên ku êriş lê wan pêk hatine û dîrokên van êrişan wiha ne:   “* Ridvan Îşler - Stenbol - 2013 * Selîm Serhad -Stenbol - Jiyana xwe ji dest da - 2015 -  * Sedat Akbaş – Stenbol - Jiyana xwe ji dest da - 2015 –  * Zarok A.O – Erzirom- 2015 * Eren Somer - Ûfûk Çelîk - Ûşak - 2016 * Pinar Çetînkaya - Aydin - 2016 * Fîkret Aydemîr - Agirî – 2018 - Leşkerî * Kadîr Sakçi û kurê wî Burhan Sakçi - Sakarya - Bav Sakçi Jiyana xwe ji dest da -2018  * Sînan Encu – Stenbol - 2018 * Şîrîn Tosûn - Sakarya - Jiyana xwe ji dest da -  2019 * Bedriye Yaşli - Çanakkale - 2019 - Nexweşxane * Bariş Çakan - Enqere - Jiyana xwe ji dest da -  2020 * Îsmet Tûna – Kocaelî - 2020 * Firat Polat – Edene – 2020 – Leşkerî”   KARKERÊN ÎNŞAETÊ Û ŞANO   Ji bilî van êrişên rast e rast li dijî kesan, li dijî karker û şanoyên kurdî jî êriş pêk hatin. Ev jî dikarin wiha bên rêzkirin:    “* Karkerên Înşaetê - Sêwas - 2018 * Lîstika Şanoyê Bêrû – Stenbol – 2020 * Lîstika Şanoyê Bêrû - Riha – 2020”   'ZIMAN JI XWE RE GEF DIBÎNIN'    Derbarê van êrişên ku di nav 7 salan de pêk hatine de nivîskar û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Mîrza Ronî, diyar kir ku dewlet bi qedexeyan dixwaze kurdî ji holê de rake û wiha got: “Serdestên kurd dema ku dîroka gelê kurd dixwînin dibînin ku kurd her tim bi zimanê xwe û çanda xwe  jiyane. Ji ber vê zimanê kurdî ji xwe re weke tundî û gef dibînin û her tim hewl didin ku li ser zimanê kurdî qedexe hebe. Gelê Kurd bi salane ji bo vî zimanî têkoşîn dide û her tim daxwaz dike ku ev ziman jî bibe zimanê fermî.Lê mixabin pergala dewletî ya ku îro hikumdariyê li ser gelê kurd dike rê nade ku zimanê kurdî di qada perwerdê û di hemû qadên jiyanî de bê bikaranîn.”     'XOF Û TIRSÊ BELAV DIKIN'    Nivîskar Ronî, bal kişand li ser êrîşên li dijî ziman û got ku bi rêxistinkirina tirsê dixwazin zimanê kurdî bidin jibîrkirin û ev tişt anîn ziman: “Her tim tundî, qedexe û kuştin li ser zimanê kurdî hene. Ji ber ku dizanin heke zimanê kurdî were erêkirin, dê kurd bibin xwedî nasname û hebûn. Ji ber wê her tim xof û tirs di nava civakê de belav dikin ku kes li zimanê xwe xwedî dernekeve. Bi qetilkirina kesekî ji bo zimanê wî diyar dibe ku bi çi çavî li ziman dinêrin. Dema ku mijar dibe perwerde jî teqez qedexe dikin. Ji xwe Wezareta Perwerdê bi xwe got ku ji bilî zimanê tirkî zimanên din nabin zimanê perwerdehiyê.”   'ZIMANÊ METREPOLAN Û ZIMANÊ DIJÎTAL TÊRA NAKE'    Ronî, da zanîn ku ji bo fêrkirina ziman û perwerdekirina kurdan pêwîstî bi zêdetir xebatê heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li deştan û gundan zimanê xwe biaxivin. Ji hêla tora ziman ve ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî kampanya hat destpêkirin. Pêwîste ku herkes xwedî li vê kampanya derbikeve û divê teqez em hewl bidin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Bi rast hatina 15'ê gulanê heger em bixwazin ku di asteke ku di nava civakê de xebat belav bibin, divê em bi cîdî nêzî zimanê kurdî bibîn. Li gorî min tenê li ser onlîne, qursên ziman ên li ser înternetê têra vî zimanî nake. Hewce ye hemû aktivîstên ziman û saziyên ziman xwe berdin nava civakê û ji gundan heta taxan em hişmendiya zimanê kurdî belav bikin. Dê tenê zimanê metrepolan û zimanê dîjîtal ê înternetê têra zimanê me neke ku em heta çend sedsalên din bibin."   MA / Zeynep Dûrgût